Êriş ne tesadûf in: Armanca bingehîn qadên têkoşîna jinên Kurd in

Endama STK û jinên esnaf êrişên dawî yên li Amedê li dijî qadên jiyanê yên civakê û jinan nirxand û diyar kir ku divê ji vê zîhniyetê re cih neyê vekirin û banga mezinkirina têkoşînê kirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Di meha dawî de li navenda bajarê Amedê li 5 cihên ku kafê jî di nav de hene êrişek pêk hat. Di van êrişan de şêwazên jiyana civakê û bi taybet jinan hedef hatin girtin, êrişkarên ku di bûyeran de cih girtin îfadeya wan hatin girtin û berdan. Li ser vê polîtîkaya bêcezakirinê, du roj berê 3 êrişkarên rûyê wan girtî, êrişî du kafêyan kirin. Jinan diyar kirin ku êriş ne tesadûf in û destnîşan kirin ku ew ê qadên xwe yên jiyanê ji zîhniyetên bi vî rengî re nehêlin û rê nedin tirsê.

‘Dixwazin zîhniyeta xwe li qadên jiyanê yên jinan serdest bikin’

Melek Demîr a ku li Sûrê esnaftî dike, diyar kir ku êrişên bi vî rengî sîstematîk bûne û veguheriye siyasetê. Melek Demîr bang kir ku cih ji zîhniyeta ku tê xwestin bi êrişan were serdestkirin, neyê dayîn û ev nirxandin kir:

“Ev demeke dirêj e ji bo jinan projeyekê dimeşînin. Ji bo jin çi li xwe bike bigire heta çi bike û çend zarokan biwelidîne, destwerdan li hemû aliyên jiyana jinê tê kirin. Ev çend qanûnên demê dawî jî ji vana ne. Ev polîtîka demeke dirêj e didomin. Lê di demên dawî de bi taybetî li Amedê ji bo jinan polîtîkayên pir cidî tên meşandin. Ev polîtîka jî bi devkî an fîzîkî bûne sîstematîk. Êrişên dawî di pratîkê de nîşaneya vê polîtîkayê ye. Weke esnafên jin ên li vir dixebitin, gefan bidin aliyek, bi çavên ku li ser cil û bergên me tên kirin jî rastî tacîzê tên. Em baş dizanin ku armanca rast a van polîtîkayên di vê pêvajoyê de hatine meşandin, çi ne. Dixwazin jinê têxin qefesê. Dixwazin tirsê biafirînin û jinan ji qadan vekişînin û li vir serdest bibin. Ev polîtîka ji polîtîkayên salên 90’î cudatir nîne. Divê em li hember van jî pir baldar bin. Em jin dê li ber xwe bidin û li ser lingan rawestin. Em pêşbînî dikin ku ev êriş wê berdewam bin. Ji bo vê jî divê hemû beşên li bajêr bibin yek û hewl bidin van êrişan pûç bikin. Divê em ti carî rê nedin van êriş û vê zîhniyetê.”

‘Têkoşîna jinên Kurd hedef tê girtin’

Endama Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) a Şaxa Amedê Fatma Yildizhan jî diyar kir ku bi êrişan têkoşîna jinên Kurd hedef tê girtin. Fatma Yildizhan, anî ziman ku li Tirkiye û Kurdistanê polîtîkayên cuda yên li hemberî jinan tên meşandin ji polîtîkayên şerê taybet cudatir nayên destgirtin.

Fatma Yildizhan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Pirsgirêkên ku ji ber van êrişan derketine ne pirsgirêkên îroyîn in. Ji roja ewil ve em vana dibînin. Dixwazin profîla ‘jina maqûl’ a ku dixwazin ava bikin, li Kurdistanê bigihînin qonaxeke pir cuda. Bi taybetî jî li Amedê em pîvana şerê taybet dibînin. Ji ber ku destkeftiyên jinan û tevgera jinê li vir xurt e ev êriş pêk tên. Yekemîn qada ku hemû qismên desthilatdar ên heta niha hatin vir êrişî qada jinan kirin. Êrişên van komên radîkal ji van ne cuda ye. Ji bo ku tevgera jinên Kurd paşve bikşînin van gavan davêjin. Li hemberî van êrişan ezmûnên me yên cidî hene. Ya herî mezin jî têkoşîn e. Bi vê têkoşînê em ê êrişan bi paş ve bikşînin. Bêyî ku tirsa ku ew dixwazin biafirînin em ê qadên xwe ji wan re nehêlin. Di vê xalê de pêwîste hemû jin li qadekî ku cih ji wan re neafirîne helwestê nîşan bidin.”

‘Divê pêkanînên cezaî bikevin dewrê’

Cîgira Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Suzan Mehmetoglu, diyar kir ku divê daraz li dijî êrişan bikevin nava liv û tevgerê û pêkanînên cezaî bixin dewrê û bal kişand ser wê yekê ku kiryar ji polîtîkayên bê cezatiyê cesaretê digirin. Suzan Mehmetoglu bang li hemû STK û welatiyên li bajêr dijîn kir ku bêdeng nemînin û got: “Armanca bingehîn a li vir ew e ku li ser gel atmosfera zext û tirsandinê bê afirandin. Dixwazin peyama ‘Em li vir in, em ê qadên we yên jiyanê teng bikin’ bidin. Bi êrişên ku bi hincetên cuda pêktînin dixwazin xwe nîşan bidin. Her wiha dixwazin bi afirandina nakokiyan di nava civakê de cudakariyê kûr bikin. Vê yekê jî bi eşkereyî dikin. Lê mixabin zabitayên erkdar di vê mijarê de gavên bi bandor navêjin. Têkildarî mijarê tedbîrên cezaî nayên girtin. Ev yek dibe sedem ku kiryar zêdetir cesaretê bigrin. Ger mirov nikaribin li malên xwe û di civakê de wek ku dixwazin bijîn, ev ne tenê pirsgirêka wan mirovan, ya me hemûyan e. Divê di vê mijarê de bangên cidî ji dewletê re bên kirin. Heya ku mudaxele neyê kirin, wê ev êriş hîn zêdetir bibin. Divê pêşî li bûyerên wiha bê girtin.”