Çiyayên Zagrosê dişewitin sazî bêdeng in, dilxwaz bêçare ne
Li herêma Paveyê şewata ku du roj in berdewam dike ber bi qadên berfireh ve belav dibe; ji ber nebûna alavên dewletê, mudaxele tenê li ser milê tîmên dilxwaz maye.
Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeyên ku ji aliyê dezgehên medyaya herêmî ve hatine weşandin, şewata ku li deverek berfireh a beşên bilind ên Şêxan û Nosûd ên navçeya Pave ya parêzgeha Kirmanşanê bandor kiriye, du roj in berdewam dike û ber bi deverên berfirehtir ên herêmê ve belav dibe.
Medyaya herêmî, ragihand ku şewata li çêregehan ji ber bayên bihêz ji kontrolê derketiye. Komên dilxwaz ên ku beşdarî hewldanên vemirandina şewatê dibin jî, diyar kirin ku bi her bayê re, şewat ber bi deverên berfirehtir ve diçe û ew êdî nikarin bi çavkaniyên xwe yên heyî şewat kontrol bikin.
Mudaxeleya şewatê tenê ji aliyê tîmên dilxwaz ve tê kirin
Cîgirê Qaymeqama Nosûd Yunus Cîhanbanî, diyar kir ku hewldanên vemirandina şewatê ya li çêregehên Şêxan bi beşdariya hemî şiyanên alîkariyê yên giştî û dilxwaz berdewam dikin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku mudaxeleya şewatê tenê ji hêla tîmên dilxwaz ve tên kirin û li saziyên fermî yên li herêmê alavên pêwîst ên vemirandina şewatê nîne.
Şewatên li daristan û çêregehên Zagrosê, bi taybetî li herêmên sînor ên di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi salane pirsgirêkek girîng a jîngehê ye. Di piraniya van şewatan de, erkê mudaxeleyê dikeve ser milê kesên dilxwaz û saziyên civaka sivîl.
Li beramberê vê yekê, rexneyên ku dewletê di rêvebirina van qeyranan de rolek bibandor nalîze û ji ber nêzîkatiya xwe ya ewlehî û navendî, ji bo herêman çavkaniyên bingehîn ên xwezayî derfetên bingehîn mîsoger nake, tên ziman.
Gelek çalakvanên jîngehê rastî tohmetên ewlehî û siyasî hatibûn
Di salên borî de gelek çalakvanên jîngehê yên li herêmê jî rastî tohmetên ewlehî û siyasî hatin. Di heman demê de, hinek çalakvan û gelê herêmê, ji ber çalakiyên wan ên leşkerî û ewlehî li herêmê, dezgehên ewlehiyê wekî yek ji sedemên sereke yên şewatên dubare yên li Çiyayên Zagrosê nîşan didin.