Çîroka Sûmiye: Têkoşîna ji nû ve avakirina jiyanê

Sûmiye Resulî, yek ji jinên ku bi salan di bin zexta mêrên malbata xwe de dijîn bû. Niha piştî esareta bi dehan salan, çûye ber neynikê û ji bo avakirina jiyanek serbixwe û ji nû ve avakirina xwe têdikoşe.

NIYAN XUSREWÎ

Sine – Çîrokên jinên ku bi salan ji aliyê mêran ve tine hatin hesibandin û êdî xwe li ber koletiyê nagrin û dixwazin jiyanek azad biceribînin... Ev mafê her mirovek e. Vê carê rêya min bi Sûmiya ve dikeve. Sûmiya ya ku hebûn û îradeya wê ji aliyê mêrên di malbata wê ve dihat kontrolkirin, lê belê êdî jinek ku li dijî her tiştê beramberî wê tê kirin serî radike.

Sûmiya Resûlî ya ji Sine ye destpêkê çîroka xwe vegot: “Beriya bi salan ez jinek enerjîk bûm. Hezkirina min a ji pênûsê re hebû û min li zanîngehê wêje dixwend. Min her tim xwe wek nivîskarek mezin xeyal dikir. Ez keçek bêdeng bûm, min hemû tişt dinvîsand, li derdora wêjeyê bûm. Tiştên min dinivîsand dihat pîrozkirin. Ez ji malbatek kevneperest û oldar têm. Dixwestin min jî wek xwişkên min ên din di temenê zarok de bidin zewicandin. Min bi israrek mezin karî zanîngehê bixwînim. Digotin, ‘wê keça te dîploma bigre çi bike, her ewê di dawiyê de bizewice.’ Ez her ji temamkirina zanîngehê ditirsiyam, lê belê ji ber vê min tama her kêliyê derxist.”

Malbata ku saziya yekem a hatina dinê û mezinbûna mirovan e, çima dikarî ewqas ji bo xeyalên kesekê hilweşîne hewl bide? Û wiha got: “Ji bo min baweriya malbatê ne benderek bû, girtîgehek ku gardiyanên wê yên dijminê jinan bû. Li wê derê min ti deman xwe di ewlehiyê de hîs nekir û rev jî ne gengaz bû.”

‘Birayê min jî li dijî min rabû’

Sûmiya Resûlî da zanîn ku piştî zanîngehê xwestiye serlêdana lîsansa bilind bike, lê belê rastî mudaxeleya tund a bavê xwe hatiye û wiha got: “Birayê min ê ji min biçûktir jî destek dida bavê min û li dijî min derket. Domandina perwerdeya min wek ‘bêrêziya li dijî saziya malbatê’ dihat dîtin. Ji bo revê li pêşiya min du rê hebû, an bêyî garantiyek a min a madî hebe minê mal bi terikanda û ji çarenûsa xwe razî bûma, an jî ezê bi hêviya dîtina mêrek pêbawer, bizewicîma. Herdû rê jî ne gengaz bûn. Tirsa bêxwedî mayîn û pirsgirêkên civakê ez dixistim nava fikaran. Wê demê jiyankirina keçan a serbixwe ne gengaz bû û deqa ‘revî’ li wan dihat xistin. Ji ber wê min heman girtîgeh tercîh kir û min serê xwe li ber daxwazên malbata xwe tewand û ez bi mêrek wan bijartî re zewicîm. Min hêvî dikir ku ew dê ji malbata min baştir be, lê belê ev xeyalek vala bû. Wek bavê min bû, lê belê bi hêztir bû. Bi zewacê re min xatir ji hemû pirtûk, xeyal û havalên xwe xwest. Min xwe radestî çarenûsê kir. Sal derbas bû ez bûm dayîkek ku wek aydî mitbexê tê dîtin, ji bo aramiya malê hewl bide. Lê belê di min de ne aramî û ne jî kêfxweşî hebû.”

‘Piştî esareta 10 salan, min biryar da ku xwe azad bikim’

 Sûmiya Resûlî diyar kir ku mêran rastiya wê jê girtine, lê belê nekarî xeyalkirinê jê bigrin û wiha got: “Bişev min xwe dispart xeyalên xwe, min her daxwaz dikir ku di nava peyv û pirtûkan de winda bibim, li ber rastiya mêr ferz dikir serê xwe netewînim. Zîhnê jinekê nayê girtin, tiştê ku bedenê min azad dikir ev bû. Piştî esareta 10 salan ya malbatê, min biryar da xwe azad bikim û ji hemû têkiliyên mêr rizgar bibim. Min dizanî zor e, lê belê min dixwest xeyalên xwe rast bikim. Ez hê giraniya zincîran hîs dikim, lê belê êdî tiştek girîng nebû, ji ber an divê min qet jiyan nekira, an jî azad bijiyama. Ez dayîkek bûm ji bo kurê min wek mêrên din mezin nebe, min hewl da. Min ew wek mirovek azadîxwaz û wekhev mezin kir. Min wisa fêr kir ku jiyanê ji bo jinan ne genegaz neke û weke gelek bav, bira û hevjînan mafê jinan nexwe. Ev daxwaza azadiyê ne tenê ji bo min bû, ji bo wî jî bû. Ji ber divê ev fikrê hilweşiyayî û zextker dîsa nehatiba hilberîn. Ev mêr ne tenê jinan, zirarê dide hemû civakê, fikrê ku serwer e sînordar û hilweşîner e.”

‘Min dest bi fêrbûna jiyana azad kir’

Sûmiya Resûlî destnîşan kir ku tevî hemû zoriyan, karî doza hevberdanê veke û wiha domand: “Ji ber tundî û zestên dijîm, pêvajo gelek dirêj kir, lê belê di dawiyê de biser ketim û min xwe Sûmiya ji çalak mezin derxist. Min bi perê ku kom kiriye, malek biçûk kirê kir û min karek demkî dît. Ji ber zagon ne derbarê min de bûn, min mafê xwedîkirina zarok negirt, bi hevdîtinên heftane min îdare kir. Min kurê xwe bi awayê dûrketina ji heqiyê û hevdîtinên sînordar derkeve mezin kir. Tevî ku temenê wî biçûk bû, fêm kiribû ku ev qutbûn ji bo me herduyan jî baş e. Yekî bi mantiq, îrade û gihayî bû. Ev nêzîkatî ne ji bavek dûr, ji jinek ku zilm dîtî û êş kişandî fêr bûbû. Ji jinek ku êşa mezinkirina mirovên azad di hundirê xwe de hildigirt. Min ji awayê xwe yê mezinkirinê bawer kir, min dest bi fêrbûna jiyana azad kir. Zor bû, ji ber bi salan bijartin serwer bû. Lê belê diviyabû min baweriya ya bi xwe, ji nû ve qezenc bikira. Min gavên xwe yên destpêkê avêt. Bi salan ez li karek guncaw geriyam, piştre bi xeyalên mezin min malek biçûk kirê girt û min ji nû ve dest bi rêya xwe kir.”

‘Niha ez rih û bedenê xwe nû ava dikim’

Sûmiya Resûlî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku pêwîstiya rihê wê bi başbûnek cidî hebû û got: “Lê belê êdî civak ji bo serxwebûna jinan, zemînek baş pêşkêş dike. Êdî gotina na ji bo mêrên derdora min û malbata min asantir e. Ez vê yekê deyndarî jinên ku tabu hilweşandine û astengî derbas kirin im. Niha ez rih û bedenê xwe nû ava dikim, pirtûk dixwînin, werzîş dikim û ez têkiliyên ku min bipêş bixin ava dikim. Tiştê yekem ku min ji bo mala xwe ya nû anî neynikek mezin bû, ji bo ez hevrûyî xwe bibim û Sûmiyayê ji nû ve bibînim. Îro ez li diyarê neynikê me, ez Sûmiya dibînim. Kêmek jê çûyî, lê hê rasttir. Divê ez toza li ser neynikê paqij bikim da ku Sûmiya baş were dîtin.”