Çima li dijî destdirêjiyê jin neçarî bêdengiyê dibin?
Jin her roj li kolan, cihên kar û li malê rastî tacîza zayendî tên, lê zagonên nebes û polîtîkayên dewletan cesaretê dide tacîzkaran. Jinên ji Kirmanşanê yên ku tacîza rastî wê hatine vegotin, dibêjin: “Zagon tacîzkaran diparêzin.”

NESÎM AHMEDÎ
Kirmaşan – Curzio Malaparte, di berhema xwe ya navdar Qurban de bi hevokên xofdar wiha behsa keçên Cihû yên di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de ji Almanan reviyane dike: “Êdî nêçîrvan diçûn nêçîrê; destpêkê destên wan diketin tevgerê.” Di cihekî din ê pirtûka xwe de jî wiha dibêje: “ (Keçên Leh) ji rûyê Elmanan, ji dengê wan ê çors û bilind, çavên wan ên şîn an jî ji lingên wan ên fireh û giran neditirsiyan; ew tenê ji destên wan ditirsiyan.”
Nivîskar destên Almanên tecawizkar weke xewnereşkek ku nayê pênasekirin nîşan dide. Lewre beriya destdirêjiyê tiştê ku yekem keçên ciwan dixist kemînê, destên wan bûn. Destên ku li ser tetikê bûn, talan dikirin û keçên bêguneh dixistin kemînê.
Gelek sal di ser nivîsandina vê berhemê re derbas bûn. Lê hê jî keçên ku ji ‘destan’ ditirsin hene. Lê ev keçên ciwan ne fîguranên Leh ne jî bûyerên dîrokî ne; ew jin in ku di nava civaka me de dijîn û her roj bêyî daxwaza wan rastî destdana mêran tên.
Li qadên giştî destdirêjiya li dijî jinan
Di civakeke baviksalar de mêr, bi daxwaza control û hêzê, bêyî daxwaza jinan dest didin bedena wan, hewl didin serdestiya xwe nîşan bidin. Ev destdirêjî gelek caran li qadên giştî yan jî li cihên ku jin nikarin dengê xwe bikin, tên jiyîn.
Atefe ya ku li Kirmaşanê dijî, wiha dibêje: “Li cihên qelebalix gelek caran rastî destdirêjiya mêran hatim. Dema di otobusê de li piya bûm, bi hinceta hejandina wesayîdê mêran ji paşve xwe spartin min. Destpêkê bi tirsa rezîlbûnê bêdeng dimam; min nedixwest kes ferq bike, lê ev demeke dirêj e, di şûna bêdengiyê de bi dengê bilind nerazîbûna xwe tînim ziman. Ji ber ku bêdengî zêdetir cesaretê dide mêrên destdirêjiyê dikin.”
Tirsa namûsê û rewakirina tacîzkaran
Feraseta civakê ya namûsê û tabû, dibe sedem ku mêrên destdirêjiyê dikin, li kolanan destdirêji li hember jinan bikin û ji xwe bawer bin. Desthilatdariya mêran a bi sedan salan û ji ber ku ev feraset di hişê gel de bicîh bûye, jinek dema ku kesek dest lê bide dengê xwe derxe, wê bi gotinên “bêşerm” “jina bûye sedem” sûcdar dikin. Bi vî awayî mêr bêsûc, jinê jî sûcdar nîşan didin. Faktora sereke ya dibe sedema bihêzbûna tacîzkaran, desteka ku civak ji ber van baweriyan dide mêran e.
Qelsbûna hiqûqê û giliyên bêbersiv
Xwendekara hiqûqê Roya wiha dibêje: “Li ser kaxiz her wekî ji bo kesên destdirêjiyê li jinan dikin zagon hebin xuya dike, lê di rastiyê de tu carî nayên pêkanîn. Dema ku jinek bixwaze gilî bike pêşî divê here qereqolê û tiştê yekem ku jê tê pirsîn, şahidek ku gotinên wê îsbat bike heye yan na ye. Heta şahid hebe jî burokrasiyek demdirêj heye, gelek jin ji ber vê yekê dest ji pêvajoyê berdidin. Vê pêvajoya dirêj di rastiyê de lîstikeke desthilatdariya mêr a bi zanîn e. Jinek dema giliyê tacîzkar bike û dûre paşve bigre, ji ber ku doza giştî venake tacîzkar ceza nagirin. Ev pêvajo nîşan dide ku zagon tacîzkaran diparêzin.”
Tacîzên li cihên kar
Lîlî 43 salî ye û wiha dibêje: “Ji ber ku debara me nedibû, di çend şirketan de li karê dergevaniyê geriyam. Dawiyê di şirtekek de min dest bi xebatê kir, min çay çêdikir û digerand. Ji roja destpêkê ve mêrê ku xebatkarê paqijiyê yê li wê derê bû, her tim li min dinhêrt. Di nava hefteyek de bi hinceta çay an jî tebaqa fêkiyan destê xwe li destê min dida yan jî hewl da xwe li min bide.
Piştî ku çend caran dubare kir û min îtiraz kir, berpirsê wê derê yê mêr, min sûcdar kir got ‘te tiştek kiriye, wî jî xwe nêzî te kiriye.’ Wî mirovî jî got ‘ez wê mîna xwişka xwe dibînim’ û hewl da xwe biparêze. Berpirs jî, bêyî ku tiştekî bêje ez ji kar derxistim.”
Destdirêjiya li dijî zarokan
Psîkologek wiha dibêje: “Destdirêjî herî zêde di temenê biçûk de, ji aliyê xizmên nêz ve tê kirin. Mêr bi gotinên mîna ‘keça min’ ‘xwişka min’ nêzî zarok dibin. Heta carna ev tevger li ber çavên kesên ji malbatê rûdidin. Mînak mêreke tacîzkar bi gotinên; ‘ew weke keça min e’ zarok dide ser çoken xwe, bi hinceta hezkirinê destên xwe dide bedena wê.”
Qalibên civakî û bandora zexta sergirtinê ya li ser destdirêji
Tacizkar bêyî ku li temen binhêrin êrîş dikin. Nezikatiya civakê û klîşeyên ku ji dewletê xwedî dibin bi kar tînin û armancên xwe pêk tînin. Mînak dewlet ji ber îsrara xwe ya di warê sergirtinê de, jinên ku li gorî daxwaza xwe serê xwe digrin, bi taybetî dibin hedef. Lewre tacîzkar dizane ku ev tevgera mexdûr, dibe ku ji bo veşartina sûcê li dijî wê kiriye bibe hincet.
Priya M. li dibêje ku li Kirmaşanê rastî destdirêjiya ajokarê texsiyê hatiye û wiha didomîne: “Bişev saet derdora 10’an bû. Ji bo vegerim malê ji ser Maxsîm min wesayît xwest. Ez li paş rûniştim. Ajokar pir jidil hereket kir, piştî ku ket riyeke tenha ji nişka ve destê xwe dirêjî sînge min kir. Ez qîriyam û ji wesayîtê peya bûm. Min jê re got ez ê li te gilî bikim. Wî jî got ger tu gilî bikî ez ê jî bibêjim ji bo awayê sergirtinê min ew hişyar kir, wê jî bêbextiyê li min kir.”
Ev bûyerên ku jin vedibêjin nîşan didin ku destên tacîzkar ên mêran, ne tenê di serpêhatiyên dema şer an jî çîrokên berê de, her roj li kolanan diqewimin. Ew dizanin ku civak û zagon jinan naparêzin ji ber vê yekê bêdengiya jinan çeka herî mezin a tacîzkaran e. Jin gelek caran li dijî êrîşên mêran mehkûmê bêdengiyê dibin.