Çima jin dîrokê nanivîsînin?

Lêkolînera dîrokê ya Lîbyayî Emal El-Masdûr girîngiya nivîsandina dîrokê ji nû ve û nêrîna jinan anî ziman û got: “Gelek jinan mohra xwe li dîrokê dane lê ji ber serdestiya mêran navê wan nehatiye qeydkirin.”

ÎBTÎSAM AXFÎR

Bingazî – Tevî ku jin di serdemên cuda de di şoreş, reform û veguhestina kevneşopiya devkî de çalak bûn jî navê wan pir caran nehatiye tomarkirin. An jî bi rengekî lawaz di belge û destnivîsan de hatine tomarkirin. Di tevahiya dîrokê de, serdestiya mêran rê li ber jinan girtiye nehiştiye beşdarî avakirina bîra nivîskî bibin.

Lêkolînera dîrokê ya bi doktorayê û endama fakulteya Beşa dîrokê ya Fakulteya Hunerê ya Zanîngeha Bingazî, Emal El-Masdûr li ser girîngiya naskkirina pêwistiya jinûvenivîsandina dîrokê axivî.

'Jin bi rolên navmalî û paşguhkirî re rûbirû dimînin'

Emal El-Masdûr di destpêka gotinên xwe de da zanîn ku ji destpêkê ve vegotinên dîrokî, weke em dizanin piranî ji hêla mêran ve hatine nivîsandin û wiha got: "Ew weke encamek pergalên civakî û otorîter ku ji mêran re pozîsyonek serokatiyê û desthiladariyê dane. Di heman demê de jin bi rolên navmalî û paşguhkirî ve hatine sînordarkirin, ew jî rê li ber wan digre ku beşdarî saziyên zanistî û rewşenbîrî di nav de qada nivîsandin û belgekirinê, bibin. Ji ber vê dîrok ji aliyê mêran ve dihat nivîsandin.

Serdestiya mêran nahêle jin dîroka xwe binivîsînin

Emal El-Masdûr diyar kir ku dûrxistina jinan ne tenê komployek bi zanebûn bû, encama berhevkirî ya pergaleke civakî ya baviksalar bû ku zanîn û nivîsandinê weke otorîteya mêr didît, jinan dixe pozîsyona wergiran ne weke hilberîner. Emal El-Masdûr wiha domand: "Derxistin ne tenê bi qada nivîsandinê ve sînordar bû lê perwerde, xwedîtiya milk û beşdariya siyasî jî di nav xwe de digirt. Tevî vê yekê jin ji jiyana giştî dûr neketin, beşdarî şoreş û reforman bûn û mîrateya gelêrî parastin lê navê jinan nehat belgekirin ji ber ku amûrên wan ên belgekirinê tunebûn."

'Hewcedarî bi lêkolînên nû heye'

Emal El-Masdûr bal kişand ser jinên ku mohra xwe li dîrokê dane lê navê wan nehatiye tomarkirin û got: "Gelek jinan mohra xwe li dîrokê dan weke Zeyneb Fewaz a ji Lubnanê û Ayşe El-Teymûriyê ya ji Misrê ku pirsgirêkên jinan nivîsandin û rastiya civakên xwe belge kirin. Ji Lîbyayê jî Zeyneb El-Nefzawî ku ji jinên ciwan re dibistanek şevînî ava kiriye, gelek jinên din jî di dîrokê de ked dane lê girîngî nehatiye dayîn ji rol û misyonên wan re. Ji ber vê, ji bo ronîkirina van navan û vegerandina prestîja wan lêkolînên cidî hewce dike. Nebûna jinan di nivîsandina dîrokê de bandoreke neyînî li ser wêneyê jinan di wê de kiriye, ji ber ku ew di vegotinên kevneşopî de weke hebûnên bindest ên mêran xuya dibin ku ji hêla mêran ve tên pênasekirin ne ji hêla wan bi xwe ve. Ev wêneyek e ku ne rastiyê nîşan dide lê perspektîfa dîrokzanan, nîşan dide."

Kêşe û zehmetiyên ku lêkolînerên jin bi wan re rûbirû dimînin

Emal El-Masdûr tekez kir ku vegotinên jinan ên dîrokê balê dikşîne ser aliyên paşguhkirî û jibîrkirî, bi balkişandina ser jiyana rojane û ezmûnên takekesî, weke "vegotina dîrokê ji jêr ve" tê zanîn. Emal El-Masdûr wiha pêl da gotinên xwe: "Ev nêzikatî têgihîştina dîrokê naguherîne lê hevsengiya vegotinê vedigerîne, da ku tevahiya wêneyê were dîtin, ne tenê bi perspektîfa elîta mêr ve sînordar be. Rola lêkolîner û akademîsyenên jin ên îro di ji nûve xwendina çavkaniyan bi çavekî rexnegir lêkolîna dengên jinan ên tepeserkirî û belgekirina ezmûnên jinan ên nenivîsandî de gelek girîng e. Jin bi kêşeyên wek lawazbûna piştevaniyên sazî, kêmasiya fînansmanê û berdewamiya nêhirîna mêran, her wiha nebûna çavkaniyên girêdayî jinan re, rûbirû dimînin. tevî hemû astengiyan jinên lêkolîner dikarin hebûna xwe îspat bikin."

Teknolojî pencereyek e hêzê dide jinan ku çîrokên xwe biafirînin

Emal El-Masdûr roal teknolojiya nûjen ji nedîtî ve neanî, wê wek pencereyek nû dît ku dihêle jin bi riya platformên dîjîtal, bogan, podcastan û belgefîlman çîrokên xwe hilberînin. Emal el-Masdûr got: "Ev cih berevajî kanalên kevneşopî jinan ji holê ranakin, lê azadiya nivîsandina dîrok û dengê xwe didin wan. Heta di dîroka devkî de jina heya niha di vegotina çîrok, metelok û stranên gelêrî de rolek mezin dilîzin û her di nava civakan de zindî dihêlin. Lê pirsgirêk di wê rastiyê de ye ku dîroka devkî wek dîroka "ne fermî" tê hesibandin û xwediyê heman statuya çavkaniyên nivîskî nîne."

'Hewcedarî bi piştevaniya lêkolîneran heye'

Emal El-Masdûr di dawiya gotinên xwe de hewcedarî bi piştevaniyê dît û got: "Pêdivî heye ku em piştgiriyê bidin lêkolîneran, di lêkolîna vegotinên jinan de, çi di arşîvan de be çi jî bi riya dîroka devkî be, bi hewcedariya beşdarkirina saziyên perwerde û medyayê di vê peywirê de. Afirandina hevkariyê di navbera zanîngeh û navendên çandî de dê bibe alîkar ku dîrokek Lîbyayê ya dadmendtir û berfirehtir çêbibe, beşdariyên mêr û jinan nas bike. Lê şertê bingehîn ji bo vê yekê pêşî ew e ku mirov bizanibe dîroka Lîbyayê hewceyê nirxandineke rexneyî ya objektîf e, da ku dûrî alîgirî û dûrxistinê were vegotin."