Çeteyên girêdayî dewleta Tirk malbatek qetil kir
SOHR ragihand ku di topbarana çeteyên ′Fetih El Mubîn′ ê girêdayî dewleta Tirk li rojavayê Helebê malbetek ku ji 4 kesan pêk tê qetil kiriye.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/07/20230704-20230704-113136-103646-084049-qsf-fsael-750x430-1-jpg9e18c2-image-jpg863d9b-image.jpg)
Navenda Nûçeyan - Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Londraye da zanîn ku di topbarana çeteyên ′Fetih El Mubîn′ a li ser bajarokê Urm El Kubra yê li herêmên hikumeta Şamê yên li rojavayê Helebê de moşekek li malekê ket, di encamê de malbatek ji 4 ferdan pêk tê; bav, dayik û 2 zarok hatin qetilkirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîan kirin ku hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li derdora Sehil El Xab a rojavayê Hemayê û Kebanê yê çiyayê El Ekrad ê bakurê Laziqiyê bi hev ketin û ev zanyarî hate parvekirin: “Hêzên hikumeta Şamê de bi çekên giran gundên Fitêra, Filêfil, Sifohin ên li çiyayê Zawiyê yên başûrê Idlibê, gundê Enkawî yê Sehil El Xab ê rojavayê Hemayê topbaran kirin. Li beramber wê jî çeteyên ′Fetih El Mubîn′ nuqteyên girêdayî hêzên hikumeta Şamê yên li Dara El Kebîr û Melace yên li başûrê Idlibê topbaran kirin.