Çavdêrên Navnetewî: Hilbijartin ne adil bû
Çavdêrên navnetewî ku hilbijartina 14’ê Gulanê a li Tirkiye şopandin, diyar kirin ku di pêvajoya hilbijartinê de di navbera namzed û partiyan de tu wekhevî û edalet nebû.
Navenda Nûçeyan – Heyeta navnatewî ku ji bo şopadina hilbijartina serokkomarî û dema 28’em ya Meclîsê hatibûn Tirkiye. Der barê xebatên xwe ên şopandinê de li Eqere cîvîna çapemeniyê li darixistin. Saziyên Demokratîk û Buroya Mafên Mirovan (DKHB), Qasidiya Parlamenteran a AGÎT’ê (AGÎT PA), ji Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (AKPM) endamên misyona şopandina hevbeş bejdar bûn.
Ji 40 welatan 401 çavdêr hatibûn
Çavdêriya hilbijartinan a navneteweyî ya berpêyî hilbijartinên li Tirkiye, ji aliyê DKÎHB ve 264 pispor, ji aliyê AGÎT PA 98, ji AKPM’ê 39 di navde ji 40 welatan ji aliyê 401 çavdêran ve hat birêvebirin. Li gora heyetê: “Ji bo birêvebirina hilbijartinan bi awayekê demokratîk, bi çarçoveya zagonî ya heyî zemînekê yasayî yê tam çênebû, hilbijartin baş hatin birêvebirin û kir ku hilbijêr ji nav alternatîvên siyasî hilbijartineke rastîn bikin.”
‘Serokomarê heyî ji avantajên neheq sud girt’
Endamên heyetê nirxandinên der barê hilbijartinê de ev rexne cih girt: “Serokkomarê heyî û partiyên desthilatê ji avantajên neheq sûd girt. Bi sînordarkirina hatina ba hev, azadiya birêxistinbûn û derbiranê ku berdewam in, hat astengkirin ku hin siyasetmedarên mixelef û partî û civaka sivîl û medya tev li pêvajoya hilbijartinê bibin.”
‘Xebat wê ji bo tura dûyemîn berdewam bike’
Çavdêran diyar kir ku di pêvajoya hilbijartinan de, di navbera namzed û partiyan de derfeta kampanyayeke adilane û wekhevî nebûn, lê dîsa reqabet hebû û ew ê ji bo hilbijartinên tûra duyemîn jî bibin çavdêr.