Çar rojnamegerên sewqî dadgehê kirin hatin girtin
Rojnamevan Bêrîtan Canozer, Abdurrahman Gok, Mehmetşah Orûç û Remzî Akkaya ku di çarçoveya operasyona binçavkirinê ya navenda wê Amed bû de hatibûn binçavkirin, piştî lêpirsîna dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin hatin girtin.
Amed – Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê û li ser biryara 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê, rojnameger, siyasetmedar, parêzer, hunermend û sendîkavan jî di nav de ji bo 216 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn. Li 21 bajaran li ser gelek malan de girtin, di encama serdegirtinên malan de polîsan dest danîn li ser pirtuk û meteryalên dijital û 128 kes hatibûn binçavkirin.
Rojnamevan û nûçegihanên Ajansa Mezopotamya Abdurrahman Gok, Mehmetşah Oruç, Remzî Akkaye û nûçegihana JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer ku di çarçoveya operasyonê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya wan a li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin. Dadgehê der barê Abdurrahman Gok, Bêrîtan Canozer, Mehmetşah Orûç û Remzî Akkaya de biryara girtinê da.
Dû şanoger hatin berdan
Di çarçoveya îfadeyên “şahidê” eşkere de Umît Akbiyik, rojnameger Berîtan Canozer, Abdurehman Gok û Rojnamger Mehmet Şah Oruç jî di nav de tevî 14 kesan piştî kar û barên emniyetê sewqî dadgehê hatin kirin. Lîstokvanên şanogeriya bajarê Amedê Şahperi Alphan Bayhan piştî îfadeya da dogeriyê, lîstokvana din ya şanoyê Elvan Koçer jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Berîtan Canozer hate girtin
Piştî îfadeya wan a li dozgeriyê Berîtan Canozer, Abdurehman Gok û Rojnamger Mehmet Şah Oruç, Remzî Akkaye yên bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin, hatin girtin.