Çalakvanên Mexmûrê: Dewleta Tirk bi êrişên xwe nikare vîna me bişkîne

Çalakvanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di dewirgirtina çalakiyê de êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin. Çalakî bi dewirgirtina koma 45’emîn û biryardariyek xurt didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 44’emîn Medîne Kara axivî.

‘Armanca me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye’

Medîne Kara diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker nikare pêşî li têkoşîna gelê Kurd bigire û got: “Em di pêvajoyek pir giran de ne. Divê pêvajoyê de armanca me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêbertî û azadiya xaka me ye. Dewleta Tirk a dagirker mîna avê na raweste û dixwaze me tune bike. Lê bi awayî nikarin me tune bikin. Her roj li ser hemwelatiyên me êrişan pêktînin. Li ser Şengal, Rojava, Silêmanî û Kelar êrişan pêktînin û sivîlan qetil dikin. Îro danê êvarê li Kelarê êrişek pêkanî û malek gundiyan hedef girtin. Em dewleta Tirk û hevkarên wan şermezar dikin.”

‘Gelê Kurd li beramberî êrişan tu caran serî na tewîne’

Medîne Kara destnîşan kir ku wek şêniyên wargeha Mexmûrê ew bi tu awayî êrişên dewleta Tirk a dagirker qebûl nakin û got: “Li Şengalê welatiyek ku bavê sê zarokane kirin hedef û şehîd xistin. Bila dewleta Tirk a dagirker bizane gelê Kurd bi wan êrişan tune nabin. Em hemu şehîdên van êrişan bi bîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Em doz didin emê heta dawî li pey doza wan bin. Wê gelê Kurd hîn zêdetir têkoşînê bilind bikin. Em rojane berdêlên mezin didin, şehîdên giranbiha didin. Em êdî wan pêkanînan bi tu şêweyî qebûl nakin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 45’emîn û dirûşmeyan dawî bû.