Çalakvanên jin ên Mexribê bang li hilbijêrên jin dikin ku derfetê bidin jinan

Endama Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribê Khadija Rabah ji ajansa me re got ku qanûna rêxistinî ya Meclisa Nûneran, bi taybetî pêdiviyên ku ji bo teşwîqkirina beşdarbûna siyasî û bihêzkirina jinan hene, her çend prosedura nû hejmar ji 60 derxist 90’an jî têr nake.

HENAN HARIT
Mexrib - Hilbijartinên parlamento û herêmî yên ku li Mexribê di 8’ê Îlonê de pêk hatin bû ezmûnek ji hebûna jinan re. Bi taybetî piştî gelek pirsgirêkên ku jinan di deh salên derbasbûyî de çareser kirine. Ango, piştî guheztina destûra bingehîn a Mexribê ku xala 19’an di temsîliyeta siyasî de wekheviya zayendî dixe temînatê.
Namzedên jin ên li Mexribê li gorî salên berê geşedanek çêdikin. Di nav rêziknameyên hilbijartinên herêmî de 97 sekreterên jin hene ku serokatiya wan namzedên jin in û di nav wan de wekîlên lîsteyan hene. Di heman demê de hejmara namzedên jin ên ku di forma hilbijartina endamên meclisê de hatine qeydkirin 2,329 in ango ji sedî 34,17 ji hejmara giştî ya namzedan ku 1,567 ji wan namzedên jin in li herêmên hilbijartinê yên herêmî û 762 jî li herêmên hilbijartinê yên xwecihî ne.
Ev guhertina zêde ya di temsîliyeta jinan de yek ji sererastkirinên bingehîn e di qanûna hilbijartinê ya nû de ku prosesa hilbijartinê birêve dibe. Ev jî di pejirandina pêdiviyên birêkûpêk ên çarçoveya pergala hilbijartinê de ku mebest jê teşwîqkirina derfetên wekhev e ji bo jin û mêran e pêk tê. Lê belê digel vê guhertinê, dengên jinan dibîne ku hebûna jinan di van hilbijartinan de hindik e û ji bo ku em bigihîjin armanca wekheviya tevahî, rêyek dirêj heye.
“Dê pozîzyona jinan li herêmê bihêztir bike”
Endama Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribê Khadija Rabah ji ajansa me re got ku qanûna rêxistinî ya Meclisa Nûneran, bi taybetî pêdiviyên ku ji bo teşwîqkirina beşdarbûna siyasî û bihêzkirina jinan hatin, her çend prosedûra nû hejmar derxist 90 kursî di şûna 60 de jî têr nake. Ji ber ku, li gorî dîtina wê şansê jinan di derbasbûna saziyên hilbijartî yên li derveyî pergala kotayê pir hindik bimîne.
Der barê tevlibûna lîsteyên herêmî yên jinan di pergala hilbijartinê de, endama koalîsyona wekheviyê, Amina Toubali di daxuyaniya xwe ya ku da ajansa me de, got; "Hilbijartin dê ji hêla hejmaran ve encamên erênî bidin. Dûre di asta parlamentoyê de dê jinên ji hemû herêmên Mexribê amade bin û ew ê pozîsyona jinan li herêmê xurtir bike û ev dibe alîkar ku gel fêrî hebûna jinan a di rêvebiriyên herêmî de bibe.”
“Hilbijartinên îsal ji yên berê cudatir in”
Amina Toybali bal dikşîne ku peywira partiyên siyasî di çarçovekirina hemwelatiyên mêr û jin de diyar dibe û divê ew di asta vê gavê de bin, nemaze ku hilbijartin ji bo partiyan dibe ezmûnek û anî ziman ku hilbijartinên 8’ê Îlonê li welat çêbûn, ji yên berê cudatir in, yekem ji ber ku ew di rewşên awarte de tên lidarxistin, hevdem bi pandemiya koronayê re ku bandor li cîhanê kir û dûre jî ji ber ku ev hilbijartin berfireh e.
Hêjayî gotinê ye ku pêvajoya hilbijartinê heya demjimêr heftê êvarê bi dema Mexribê berdewam kir lê nivîsgehên dengdanê di demjimêr heştan de deriyên xwe vekirin û tê çaverêkirin ku encamên hilbijartinan ji hêla Wezareta Navxweyî ya Mexribê ve roja 9’ê Îlonê werin eşkerekirin.