Çalakvana Xezayî: Ji bo jinên li Îranê divê em piştgiriyê mezin bikin

Çalakvana mafên mirovan Tarnim Khater, bang li hemû çalakvanên mafên mirovan kir ku li Îranê ji bo cihêkariya li hemberî jinan û rakirina tundiyê û ji bo peymana navneteweyî bixin bin temînatê, -bikevin nava tevgerê.

RAFIF ESLEEM

Xeza- Li Komara Îslamê ya Îranê di gelek qadên jiyanê de li hemberî jinan cihêkariya zayendî tê kirin û li welat jin di bin zextan de ne. Çalakvana mafên mirovan û medyayê, Tarnim Khater got ku divê hemû jinên cîhanê bizanibin  li Îranê çi diqewime û da zanîn ku hemû femînîstên paratina azadiya jinan dikin ji bo piştgiriya jinên Îranê bikevin nava tevgerê û wiha got: “Jinê li Îranê niha ji hemwelatîbûyîn, welayet, zagona parastinê, tundiya nava malê bigre heta gelek mijarên din rastî binpêkirinan tên û hîcaba bi zorê li ser wan tê ferzkirin.”

‘Jinan bi têkoşînê azadiya xwe bi dest xistin’

Tarnim Khater destnîşan kir ku Îran û Erebistana Siûdî dişibin hev û wiha got: “Di salên 90’an de li Erebistana Siûdî di televîzyonê de hebûna jinan di weşanê de hat astengkirin û jin ji şixulandina wesayîdan bêpar man. Li kêleka jinan diviyabû mêrek hebe ji bo şixulandina wesayîdê û kar û barên fermî hatibû astengkirin. Gelek femînîstên ku li dijî vê pêkanînê nerazîbûnên xwe diyar kirin û guherînên zagonî xwestin ji holê hatin rakirin û aqubeta wan heta niha jî derneketiye holê. Li Erebistana Siûdî jinan piştî ku bi têkoşînê azadiya xwe bi dest xistin, rê hat dayîn ku li gorî xwe awayê jiyana xwe hilbijêrin.”

‘Destûr nadin ku jin welatê xwe temsîl bikin’

Tarnim Khater der barê beşdariya werzîşvanên Îranê di pêşbaziyên navneteweyî de wiha got: “Firsendên ku didin mêran nadin jinan. Bi giştî temsîlkirina jinan a welatê xwe tê redkirin. Jinên Îranê di qadên werzîşê de li gorî rêjeya mêran encamên serkeftî bi dest dixin lê belê ji bo ew ne serkeftî bin hemû cureyên astengiyan derdixin pêşiya wan. Mînak li zanîngehên Îranê xwendekarên ku asta yekemîn bi dest xistin ji sedî 60’ê wan jin in.”

‘Di serhildanê de xwepêşander hatin qetilkirin’

Tarnim Khater der barê binpêkirinên li girtîgehên Îranê de wiha got: “Li girtîgehên Îranê bi serhildana Jîna Emînî re girtin zêde bûne. Li aliyê din di serhildanê de xwepêşander hatin qetilkirin, birîndarkirin, zextên sîstematîk zêde bûn. Ên ku hatin binçavkirin bi zorê îtirafkarî li ser wan hat ferzkirin. Di nava van de kiryarên wekî lênêrîna tibî, nedayîna ava vexwarinê û rêbazên cuda yên îşkenceyê hatin bikaranîn. Niha li girtîgehan bi sedan xwepêşandanên ku aqubeta wan nediyar e hene.”

‘Li dibistanan bûyerên bi jehrîketinê zêde dibin’

Tarnim Khater destnîşan kir ku bi serhildana gel a piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir re, komara Îslamî ya Îranê gelek rêbazên zextê xistine dewrê û got: “Li dibistanên keçan bûyerên bi jehrîketinê qewimîn û her ku çû zêde bû. Cara yekem li bajarê Kûmê, piştre li 31 bajarê welat bûyerên bi jehrîketinê qewimîn. Xwendekarên ku jiyana xwe ji dest dan hebûn. Malbatan xwestin kiryar hesab bidin û werin cezakirin. Malbat ditirsin zarokên xwe bişînin dibistanê û jixwe armanc ew e ku bi van bûyerên bi jehrîketinê zarokên keç ji dibistanê dûr bixin.”

‘Divê çalakvanên mafên mirovan bikevin nava tevgerê’

Tarnim Khater di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser yekitiya bi hêz a jinan û da zanîn ku divê jin ji nava dorpêça ku li ser wan hatiye ferzkirin derbikevin û wiha got: “Serhildana li Îranê dest pê kir ev bi mehan e didome û jin dikarin di vê pêvajoyê de hebûna xwe ferz bikin û vê veguherînin firsendê. Li Îranê jin rastî cihêkarî û tundiyê tên. Ji bo jin mafên xwe careke din bi dest bixin divê çalakvanên mafên mirovan bikevin nava tevgerê. Divê hemû peymanên navneteweyî bixin bin temînatê, têkoşîn were mezinkirin û di vê mijarê de bibin xwedî sekneke bi biryar.”