Çalakvana Pakistanê Malala Yousafzai piştgiriya xwe ya ji bo jinên Efxanî diyar kir
Piştî vegera tevgera Talîbanê ji bo kontrolkirina Efxanistanê, çalakvana Pakistanê Malala Yousafzai bang li hemû welatan kir ku sînorên xwe ji Efxanan re vekin û teqez kir ku ew ê piştgiriyê bide jinên ku ji xwendinê mehrûm mane.
Navenda Nûçeyan – Malala Yousafzai ciwantirîn xwediya Xelata Nobelê ya cîhanê ye, bang li serokên welatan kir ku helwestek wêrek ji bo parastina mafên mirovan bigrin û got: "Min hewl da der barê penaberan de bi serokê DYA’yê Joe Bîden re biaxivim û hê negihîştime serokwezîr Boris Johnson."
Her wiha fikara xwe ya li ser jiyana di bin hikumdariya Talîbanê de anî ziman û diyar kir ku çawa jinên Efxanî bi bandor bibin û got ku ew li ba jinên ku dubare ji xwendina xwe mehrûm mane re ye û destnîşan kir ku ew bi hin çalakvanên li Efxanistanê re peyiviye, bi taybetî jinên têkoşer ku heman fikaran anîne ziman.
Malala Yousafzai distnîşan kir ku hewcedariya wergêrên herêmî û çalakvanên mafên mirovan ji alîkariya lezgîn û teqez kir ku divê hemû welat tevî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Pakistanê pêşwaziya penaberên ji herêma şer bikin.
Malala Yousafzai ya 24 salî di 9'ê Cotmeha 2012'an de, di otobusa dibistanê de ji hêla endamek Talîbanê ve ji serê xwe hat gulebarankirin, piştî ku wê bi kampanyaya xwe ya ji bo perwerdeya keçan wan hêrs kir, ev êrîş pêk hat.
Çalakvana Pakistanî Melala Yûsifzaî ku ji sala 2009'an ve li ser malpera BBC wekî blogerek derket ku di nivîsên xwe de tevgera Talîbanê ya li ser Geliyê Swat Bakur rojavayê Pakistanê şermezar dike.
Tirs zêde dibe ku jin li Efxanistanê bi vegera tevgera Talîbanê azadiya ku ji sala 2001'ê ve bi dest xist winda bikin wekî xwendinê ji ber ku Talîban di wê demê de nehişt keçên ji heşt salî mezintir perwerdeyê bibînin.