Çalakvan Nîlufer Shakerî careke din hat girtin

Li bajarê Karaj ê Îranê çalakvan Nîlufer Shakerî ya ku ji aliyên hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û berdan careke din hat girtin û wê şandin girtîgehê.

Navenda Nûçeyan- Serhildana ku li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ di bin pêşengiya jinan de dest pê kiribû 11 mehan li pey xwe hişt.

Bi nêzbûna salvegera serhildanê re rejîma Îranê zextên li ser malbat û çalakvanan zêde kirine. Çalakvan Nîlufer Shakerî ku li bajarê Karajê yê Îranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin, hat girtin û wê şandin girtîgehê. Nehat zanîn ku ji ber kîjan sûcan Nîlufer Shakerî hatiye girtin. 

Berê jî hatibû girtin

Nîlufer Shakerî di dema xwepêşandanan de di 11’ê Cotmeha sala borî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin û wê şandibûn girtîgeha Kachoui ya li Karajê. Nîlufer Sahakerî ji ber îşkence û derbkirinê pirsgirêkên tendirustiyê dijiya. Çend mehan bêyî dermankirin di bin çavan de mabû.