Çalakvan Efaf Mehdî: Li Xezayê kareseta sereke birçîbûn e
Çalakvan Efaf Mehdî bal kişand ser birçîbûna li Xezayê û got ku birçîbûn rebazeke ceza ya komî ye. Her wiha diyar kir ku tu saziyên mafên mirovan neketine tevgerê û gavên aktîf navêtine.
REFÎF ISLAM
Xeza – Herêma başûrê Xezayê ya ku salek zêdetir e êrişên Îsraîlê li ser didome rastî birçîbûneke dijwar tê. Derdora milyon û nîvek mirov bê av û xwarin in. Hêzên Îsraîlê jî nahêlin alîkariyên mirovî xwarin û hwd. bikevin Xezayê. Tevî ku herêma Başûr weke herêma bi ewle dihat naskirin û daxwaz ji xelkê dihat kirin koçî wan deveran bibin lê rewşek berovajî vê derket holê.
‘Gel bi birçîbûnê re rû bi rû ye’
Çalakvan Efaf Mehdî der barê mijarê de got: "Her dem min dibihîst ku birçîbûn weke rêbaza cezayê komî di şeran de tê bikaranîn weke binpêkirina zagonên navneteweyî dihat nîşandan. Lê belê min nedît dewlet an jî saziyên mafên mirovan tiştek kiribin an jî gav avêtibin. Beriya ku birçîbûn li Başûr çêbibe jinan ji xwe re hinek xwarin dabûn aliyekî ji bo di dema krîzan de pê debara xwe bikin lê belê têra ewqas rojan nekir ji ber xwarina hatiye danîn di mehekê de xilas bû. Niha bi birçîbûnê re rûbirû ne. Li bazaran xwarin heye lê belê bihayê wan gelekî zêde ye û jin nikarin bikirin."
‘Bihayê ar gelek zêde bûye’
Efaf Mehdî got ku bihayê ar gelekî zêde bûye û wiha pê de çû: “Nêzî du mehan e bihayê kîsek ar ê 25 kîlo ji 2 dolaran bûye 100 dolar. Tişta herî ecêb jî ew e ku ev arvan ne xwezayî ye, di nav de kurm û kêzik hene. Hinek malbat hene şorbeya nîskan çêdikin. Mirov rojê tenê dikarin tasek şorbeya nîskan bixwin. Li aliyekî din bi hezaran malbat li başûr û bakurê Xezayê hene nikarin rojê carek jî xwarinê ji xwe re çêbikin ji ber rewşa aborî gelekî xirab e û piraniya wan beriya şer xwe dispartin karên rojane."
‘Zarok bê şîr in’
Efaf Mehdî wiha pêl da axaftina xwe: "Hejmarek malên xwarinê hene komeleyên xêrxwaziyê bê pere li ser koçberan belav dikin lê belê mijar wisa ne hêsan e. Jin neçar dimînin bi saetan bimînin da ku sêniyek xwarin bi destên wan bikeve ji ber hejmar gelekî zêde ye. Gelek caran jî jin vedigerin konên xwe û sêniyên wan vala ne. Heman rewş li firinan jî heye. Jin ji berbanga sibehê ve derdikevin û piştî nîvroyê vedigerin konên xwe û tenê çend nan di destên wan de hene, têra malbatê giştî nakin."
‘Cilên sivistanê tune ne’
Efaf Mehdî di dawiya axaftina xwe de got ku jin di nava gelek zehmetiyan de ne û wiha bi dawî kir: “Cilê zivistanê peyda nabin. Vê yekê êşên jinan zêdetir kiriye ji ber ku ger zarok baş cil li xwe nekin wê nexweş bikevin û dema nexweş bikevin dermankirin tune ye. Şîr jî ji bazaran qut bûye. Bi hezaran zarok dê zehmetiyan bikşînin û nexweşiyên kêmbûna xwarinê bi wan re çêbibin. Bi dehan ji wan jî dê rûbirûyî mirinê werin. Hejmara hefadên zarokan jî demeke dirêj e gelekî kêm in."