Çalakiyên TJA yên 8’ê Adarê li Botanê dom dike
Di çarçoveya xebatên TJA yên 8’ê Adarê de gorên pêşengên jin Sêvê, Pakîze û Fatma hatin ziyaretkirin.
Şirnex - Li herêma botanê xebat û çalakiyên jinan ên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bênavber didomin. Li Şirnexê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê, di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de, gorên Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên di qedexeya derketina derve ya li navçeya Silopiyayê de hatin qetilkirin hatin ziyaretkirin. Li ser goristanê aktivîsta TJA'yê Emîne Înan axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê şopdarên têkoşîna jinên têkoşer bin.
Bi tevlîbûna rêxistinên HDP'ê yên navend û navçe jinan xwestin ku ji jinên esnaf re qurnafîl belav kirin. Lê jin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Ligel hemû astengiyên polîsan jî, jinan bi kencên xwe yên herêmî qurnefîl li jinan belav kirin.
Bernameya jinan bi dirûşmeyên"Jin jiyan azadî" bi dawî bû.