Çalakiyên 'Roja Perwerdehiya Navneteweyî' diyarî jin û zarokên Afganî hat kirin
UNESCO’ê çalakiyên Roja Perwerdehiya Navneteweyî ya 2023’an diyarî zarokên keç û jinên Afgan kir û bang li hemû welatan kir ku piştgiriyê bidin jin û zarokên keç ku di bin serweriya Talîbanê de perwerde ditîna wan hatine astengkirin.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) li ser Twitterê parvekirinek kir ku tê de hat diyar kirin li Afganîstana di bin serweriya Talîbanê de, mafê zarokên keç û jinan ji xwendin û xwendina bilind tê astengkirin. UNESCO’yê ku berpirsyariya civaka navneteweyî bi bîr xist, ragihand ku çalakiyên Roja Perwerdehiya Navneteweyî 2023’an yên îsal diyarî zarokên keç û jinên Afganî kiriye.
Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di dîroka 3’ê Kanûna 2018’an de, pêşnûnameyek ku pêşniyar dike 24’ê Çile baldikşîne li ser rola perwerdeyê ya di aştî û pêşketinê de û weke "Roja Perwerdehiya Navdewletî" were pîrozkirin, bi yek dengî qebûl kir. 24’ê Çileya 2019’an wek yekem Roja Perwerdehiyê ya Navneteweyî hat pîrozkirin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) Roja Perwerdehiyê ya Cîhanê 2023'an wekî platformeke kûrewî pênase kir û biryar da ku pîrozbahiya navneteweyî îsal bi sernava "Ji mirovan re veberhênan, girîngî dayîna perwerdeyê” were li dar xistin.
Dê di çalakiyê de Afganîstan bê axaftin
Îro UNESCO’ê dê li New Yorkê mazûvaniya çalakiyek kûrewî bike. Di çalakiyê de dê redkirina mafên bingehîn ên perwerdehiya zarokên keç û jinan ên li Afganîstanê bê axaftin.
Li gorî statîstîkên fermî yên NY’ê, li Afganîstanê niha 2,5 mîlyon zarokên keç û jinên ciwan ên dikarin biçin dibistanê heye. Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet ragihand ku li Afganîstanê 1,2 mîlyon zarokên keç ên xwendekarên dibistana navîn, ji dema Talîbanê rêveberî welat desteser kir heta niha nikarin xwendina xwe bidomînin.