Çalakiya rûniştinê ya Emîne Şenyaşar 17 roj in didome
Emîne Şenyaşar, ji bo edalet bi cih were li pêşiya Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştinê ya ku dabû destpêkirin didomîne. Çalakiya Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 17’emîn de ye. Emîne Şenyaşar li cihê ku rûniştiye got; “Bi edaleta ku dereng jî were razî ne me.”
Riha –Li Pirsûsa Rihayê beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an parêzer û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşê endamên malbata Şenyaşar kiribûn, di encamê de hevjînê Emîn Şenyaşar Hecî Esvet û kurên wê Adil û Celal hatibûn qetilkirin. Ji malbatê her sê bira Fadil Ferît û Mehmed jî birîndar bûbûn. Fadil dema ku hê li nexweşxaneyê derman dibû hatibû binçavkirin û dûr jî hatibû girtin. Tevî ku sê sal di ser bûyerê re derbas bûye jî, kujer nehatine girtin ji ber vê yekê Emîne û kurê xwe Ferît li pêşiya Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştinê li dar xistin û tevî astengiyan didomînin.
Emîne û kurê wê Ferît serê sibehê dema ku hatin ber edliyeyê dovîzên ku nivîsên; “Di 14.06.2018’an de li dikana me êrîşî me kirin û li nexweşxaneyê me rastî qetliamê hatin. Yên vê êrîşê kirin ji ber ku parlamenter û malabata wê ne doz li wan venekirin. Em edaletê dixwazin” “li nexweşxaneya dewletê ya Pirsûsê sûcî mirovahiya hat kirin. Em bi edaleta ku dereng jî bi cih were razî ne. Nobeta me ya ji bo edaletê di roja 17’emîn de berdewam dike. “Ez ji bo hevjînê xwe yê ku li nexweşxaneya dewletê li ber çavên min hat qetilkirin û zarokên xwe edaletê dixwazim” “ji bo her kesê edalet” li ser wan hebû bi cih kirin. Wêneyên dema qetliamê, Rapora Bûyerê ya Muduriyeta Giştî ya Xizmetên Tendirustiyê ya Bajar, kaxizên telefon li ser wan nivîsandî yên di dosyayê de û wêneyên kesên hatine qetilkirin daliqandin.
Kesên ku dikevin edliyeyê û jê derdikevin, li dovîz û wêneyan dinêrin, Ferît jî li ser qetlîama ku hatiye serê wan agahî dide. Emîne bertek nîşanî polîsên li pêşiya edliyeyê sekinîne û wêneyên wan dikşînin da û got “Wêneyê qatilan bikînin.”