Çalakiya Nobetê ya Wargeha Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja xwe ya 467’emîn de bi dewirgirtina koma 92’emîn didome.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 467’emîn de bi dewirgirtina koma 92'emîn û bi biryardariyek xurt didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 91’emîn Delîl Tok axivî.

‘Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Delîl Tok, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dem dema azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha axivî: “Piştî demek dirêj bi Rêber Apo re hevdîtin pêkhat û ev yek morelek mezin da me. Em çalakiya fedaî ya li Enqerê pîroz dikin. Pêwîste gelê Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi ji destê wan tê bike. Em hemû deydarê fikir û felsefeya Rêber Apo ne. Em ê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyên xwe bidomînin. Em bang li hemû parêzvanên mafên mirovan û gelê Kurd dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikevin nava liv û tevgerê. Hevdîtina bi Rêber Apo re pêkhat, encama têkoşîn û berxwedana gelê Kurd û şervanên azadiya Kurdistanê ye. Wê têkoşîna me heta dawiyê bidome. Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ dawî bû.