Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome

Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 896’an de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 175’emîn, di roja xwe ya 896’emîn de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 174’emîn Emîn Mijînî axivî.

‘Ev du sale zêdetire em di çalakiyeke pir pîroz û wate de ne’

Emîn Mijînî di destpêka axaftina xwe de sala nu ya 2026’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên azadiyê û gelê welatparêz pîroz kir û wiha axivî: “Ev du sale zêdetire em di çalakiyeke pir pîroz û wate de ne. Pêwîste her kesek di vê çalakiyê de cihê xwe bigire. 50 sal şerek hat meşandin û niha jî ev şer ber bi encamê ve diçe. Dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe mecbur maye ku biçe gel Rêber Apo.”

‘Pêwîste em wek gelê Kurd xwe zana û rêxistin bikin’

Emîn Mijînî bal kişand li ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêbertî li Îmraliyê manifestoya aştî û civaka demokratîk nivîsand. Pêwîste herkes xwe li gor vê manîfestoyê nuve bigire dest. Pêwîste em wek gelê Kurd xwe zana û rêxistin bikin ku em bikarin destê Rêbertî xurt bikin. Heta ku Rêber Apo neyê meydana azadiyê Amadê em dev ji çalakiya xwe bernadin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 175’emîn û dirûşmeyan dawî bû.