Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewrgirtina koma 21’emîn didome.

Mexmûr – Li Saziya Malbatên Şehîdan ya wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya Nobetê hatibû destpê kirin. Çalakiya nobetê bi dewrgirtina koma 21’emîn didome.

Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 20’emîn Endama Meclîsa Îştar a Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan axivî.

‘Rêber Apo lîstoka hêzên desthilatdar vala derxist’

Leyla Arzû Îlhan di destpêka axaftinên xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo têkbirina têkoşîna gelê Kurd her riyê bikartîne û got: “Ev sedsale hêzên desthilatdar bi destê dewleta Tirk xwestin ku Rojhilata Navîn di kesayeta gelê Kurd û xaka Kurdistanê de bikin golek ya pirsgirêkan û dinava vî agirê ku pêxistîn de sîstema xwe ya desthilatdar pêkbînin. Li cihekê em dibînin ku çawa têkoşînek li hemberî dagirkeriyê di kesayeta Rêber APO, gelê Kurd de tê meşandin û çawa di aliyê din de jî bi destê dewleta Tirk çawa hêzên desthilatdar li Rojhilata Navîn polîtîkayên xwe pêktînin. Yê ku ev polîtîkayên sîstema desthilatdar ku bikare xwe li her derê bicih bike, dewlemendiyên Rojhilata Navîn, yên civakî yên gelên Mezobotamya û gelê Kurd bixe bin berjewendiyên xwe de, Rêber APO ev lîstoka wan vala derxist.”

‘Xeta ku me berbi azadiyê ve dibe xeta berxwedan û têkoşîne’

Leyla Arzû Îlhan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan planên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker pûçkir û got: “Ji ber ku xwestin dinava gelê Kurd de xeta teslîmiyetê serbixin û xeta berxwedanê têk bibin. Lê Rêber APO planên wan vala derxist ku em gihane astekê ku xeta teslîmiyet û îxanet bi awayekê herî zelal nasbikin. Xeta ku me berbi azadiyê ve dibe xeta berxwedan û têkoşîne. Em niha dibînin berxwedan û têkoşîna gelê Kurd û Rêber APO çawa li cîhanê gerdûnê dibe, çawa fikrên Rêber APO weke xilasiya civakê ji destê sîstema desthilatdar tê dîtin.”

Leyla Arzû Îlhan di dawiya axaftina xwe de bang li tevayî gelê Kurd û mirovahiyê kir ku bibin xelekek ku têkoşînê mezin dike, bi hevgirtinê tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê bişkînin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bikin.

Çalakiya dewrgirtinê bi dirûşman bi dawî bû.