Çalakiya Nobetê ya li Mexmûr didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkirî bû, bi dewr girtina koma heftemîn didome.

Mexmûr – 24 sal e li girtîgeha Îmralî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda girankirî tê meşandin û ji 25’ê Adara 2021’an ve jê agahî nayên girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “dîsîplînê” an tên astengkirin an jî bê bersiv tên hiştin. Der barê tecrîda ku li Îmralî tê meşandin li seranserî Kurdistan û derve çalakî tên li darxistin.

Li Saziya Malbatên Şehîdan ya wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê mehê de bi daxuyaniya çapemeniyê çalakiya Nobetê ya dorveger hatibû destpê kirin. Çalakiya Nobetê ya hatî destpê kirin, bi dewr girtina koma heftemîn didome.

Çalakiya Nobetê dê her 5 roj bi dewr girtina komekî berdewam bike. Çalakî îro ji aliyê koma heftemîn ve hat dewrgirtin. Beriya merasîma dewrgirtinê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, li ser navê koma 6’emîn Îhsan Kaplan axivî.

‘Dema mijar dibe Rêberê Gelê Kurd herkes bêdeng dimîne’

Îhsan Kaplan di axaftinên xwe de diyar kir ku ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan kilîla azadkirina mirovahiyê ye ji bo wê tecrîdek giran li ser tê meşandin û wiha got: “Herkes dizane ev qasî 25 sal e bi awayek bê hiqûqî û bê mafî Rêber APO Rêberê mirovahiyê û Rêberê xeta azad di nava girava Îmraliyê de tê tecrîd kirin. Ev qasî 29 mehane jî bi tu şêweyan agahî jê nayê girtin, heta niha tu mînakên tecrîdê yên bi vî awayî ne hatine dîtin. Bê mafî û bê hiqûqiyek gelek mezine ku mirovek taybet jî rêberê gelekî û rêberê xetek azad ya hemu mirovahiyê bivî awayî tê girtin. Çalakiyên me wê berdewam bin heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO.

Hemu gelê Kurd li ser lingan e, hemu azadîxwaz, gelên bindest, gelên ku ji felsefeya Rêber APO bandor bune, jê hezdikin û pêve girêdayîne banga azadiyê dikin. Lê saziyên ku xwe wek mafê mirovan dibînin, wek CPT û NY yên ku xwe wek dadgehên mafên mirovan binavkirin û hiqûqên ku li gor dilê wan bin rêve dibin lê dema mijar dibe gelê Kurd, mafê Kurdan û Rêberê Kurdan herkes bêdeng, kerr û lal dimîne. Hemu hiqûq û rêziknameyên xwe binpê dikin û bêdeng dimînin. Bila herkes bizane Rêber APO rêberê xetek azad ya mirovahî û serdema nû ye. Mirovahî hemu li ber fetisandinê ye û dibin lepên hêzên serdest de nikare bêhnê bistîne, ji bo wê yekê ev tecrîda girankirî li ser Rêber APO dişidînin.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok APO’ bi dawî bû.