Çalakiya nobetê bi dewirgirtina koma 28’emîn didome

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewirgirtina koma 28’emîn didome.

Mexmûr - Li Saziya Malbatên Şehîdan ya wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin. Çalakiya nobetê bi dewirgirtina koma 28’emîn didome.

Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 27’emîn Cîhan Kaplan axivî.

‘Bi salan e heman polîtîka li hemberî gelê Kurd didin meşandin’

Cîhan Kaplan di destpêka axaftina de çalakiyên ku li her deverê cîhanê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah têne meşandin pîroz kir û got: “Heya ku em agahiyek ji Rêbertiya xwe negirin emê dinava çalakiyan de din. Duh jî hat gotin ku li nêzî Îmralî erdhej çêbûye û em ji vê erdhejê wek gelê Kurd bi gumanin. Dewleta Tirk û hevkarên wê dixwazin me ji Rêbertî qut bikin û me diceribînin. Bi salane heman polîtîka li beramberî me didin meşandin. Me sozek daye Rêbertî û em vê sozê dubare dikin. Heya ku em fîzîkî Rêbertî dinava xwe de ne bînin çi cure çalakî hebin emê bikin û berxwedana xwe mezin bikin.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.