Çalakiya nobeta “edaletê” di roja 231’an de ne
Çalakiya nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 231’an de dewam dike.
Riha- Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû dewam dike.
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 231’emîn de didome. Malbat li “Quncê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” ê li pêş Edliyeya Rihayê dest bi nobeta xwe kirin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê ev peyam parve kir: "Pêwîst e edaleta wekhev û ji bo her kesî edalet li Edliyeya Rihayê dest pê bike. Çimkî dayikek 65 salî ku mala wê xera bûye, dilê wê şewitî ye 231 roj in têdikoşe heye. Ji vê qêrînê re bêdeng nemînin."