Çalakiya nobeta "edaletê" di roja 113’an de ne

Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê 113 rojin di çalakiya “edaletê” de3 ne.

Riha – Li Pirsûsa Rihayê berî hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, xizm û parêzvanên wî êriş kirin û di êrişê de Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe di wê bûyerê de windakirî û kurek wê jî di girtîgehê de ne li gel kurê wê Ferît Şenyaşar ê di êrişê de birîndar rizgar bû ji 9'ê Adarê de ye li ber Edliyeya Rihayê di çalakiya nobeda "Edaletê" de ne û di roja 113’emîn de çalakiya xwe didome. Emîne û Ferît di saetên serê sibehê de çûn ber edliyeyê û xwestin derbasî baxçeyê edliyeyê bibin lê belê polîsan bi hinceta biryara dozgeriyê destûr nedan Emîne û Ferît derbasî baxçe bibin. 
Emîne û Ferît li ser astengkirina ketina baxçeyê edliyeyê gotin, "Ev bêedaletî ye". Her wiha hat hîn bûn heta niha tevî 3 serdozgeran 8 dozgerên lêpirsîn didan meşandin û li dozê dinihêrtin hatine guhertin. 
Malbatê li ser hesabê medyayê ev tişt parve kir:"Em bang li dadyar û dozgeran ên edaletê tune dikin, zagonan wekî qeydan dibînin û li gor talîmatan tev digerin, dikin... Dê roj were û edaletê ji bo we jî lazim bibe. Herkes dizane li nexweşxaneyê komkujiyek organîzekirî hat kirin. Em tenê EDALET'ê dixwazin."