Çalakiya nobeda edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 6’emîn de ye
Çalakiya nobeda edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Meclisê di roja 6’emîn de berdewam dike. Serokê Meclisê yê berê Bulent Arinç ê AKP’yî ku wir de derbas bû hat cihê çalakiyê û got: “Tirkiye hemû bi doza we hesiyaye û dizane.”
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/08/20240827-690x390cc-ank-27-08-2024-ferit-yasar-emine-senyasar-png205fd2-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Çalakiya nobeda edaletê Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîranê 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û 2 kurên wê di êrişa xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatiye qetilkirin û kurekî wê jî hatiye girtin, di roja 6’emîn de li ber meclîsê berdevam dike.
Kêliya ku Emîne Şenyaşar çalakiya xwe didomand, Serokê Meclisê yê berê Bulent Arinç ê AKP’yî ku wir de derbas bû hat cihê çalakiyê. Bulent Arinç ji Emîne Şenyaşar re got: “Xwedê alîkarê we be. Ev mesele wê li Meclisê were çareserkirin neyê çareserkirin bi wê nizanim lê belê Tirkiye hemû bi doza we hesiyaye û dizane.”
Paşê Emîne Şenyaşar li vir rûnişt û ewlekarên Meclisê xwestin wê asteng bikin. Emîne Şenyaşar bertek nîşanî hewldana astengkirinê da û got: “Gelo Meclisa mezin ev e?”