Çalakiya Mexmûrê ya li hemberî tecrîdê di roja 100’an deye

Çalakiya gireva birçîbûnê ya li hemberî tecrîdê li wargeha penaberan Mexmûrê hatîbû destpê kirin 100 roj li pey xwe hêla. Jinên di çalakiyê de diyar kirin ku ewê heta hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin çalakiya xwe bidomînin.

HÊVÎDAR TALÎ
Musil - Bi pêşngiya Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmûrê li hemberî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo piştevaniya çalakiya gireva birçîbûnê ya li gîrtigehên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê di 27’ê Mijdara 2020’an de hatî despêkirin dest bi gireva birçîbûnê kirin. Gireva birçîbûnê ya bi pêşengiya jinên penaber di 18’ê Kanuna 2020’an de hatî despêkirin di roja 100’an de bi koma 50’an dewam dike. Çalekgerên gireva birçîbûnê dibêjin: “Heta ku em Rêberê xwe azad nekin ne tenê 100 roj emê hemû rojan bikin rojên çalakiyan.”  
“Çalakiya me 100 roj li pey xwe hêla”
Zarîfe Korhan a di çalakiyê de ne diyar kir ku heta hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re neym kirin dê çawaliya xwe bidomîne û wiha domand: “Em vê çalakiya xweya gireva birçîbûnê ji bo azadiya Rêberê xwe di domînin. Heta ku em xeberek ji Rêberê xwe negrin wê çalakiyên me bi domin. Ew hevditina kurt ya bi telefonê têrê nake û heta ku em rêberê xw ebi awayek fizîkî di nava xwe de ne bînin em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Çalakiya me 100 roj li pey xwe hêla heta ku em Rêberê xwe bi awayek fîzîkê azad nekin emê çalakiya xwe berdewam bikin.”
“Hewceye em jinên ciwan dev ji çalakiyê bernedin”
Çalakvana ciwan Kajîn Ozerk jî bilêv kir ku hewceye weke jinên ciwan erkê xwe pêkbînin û wiha dom kir: “Em jî weke koma 50’an ya çalakiya gireva birçîbûnê, me jî xwest ew erkê ku dikeve li ser milê me pêk bînin. Ji bo em Rêberê xwe bi awayek fîzîkî di nava xwe de bibînin, hewceye tayîbet em jinên ciwan dev ji çalakiyan bernedin. Ji bo vê çendê jî em bang li her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi jî destê wan were bila bikin. Çalakiya meya greva birçîbûnê 100 roj li pey xwe hêla. Her çiqasî ku malabata Rêber Apo hevdîtinek kurt pêk anî jî ev kême û bê qanuniye. Em dixwazin bi awayek fîzîkî Rêberê xwe di nava xwe de bibînin.  Heta ku em Rêberê xwe bi Fîzîkî azad nekin we rojên me yên çalakiyan bigihijin hezar rojan û wê hertiim çalakî û têkoşîna me bi dome.
“Êdî Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye”
Çalakvan Asya Demîr jî dide zanîn ku êdî dem dema azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha pêde çu: “Ev 100 roje çalakiya meya gireva birçîbûnê di dome. Dewleta Tirk weke xapandinekê ji gelê Kurd re hat ragihandin ku hevdîtin bi Rêber Apo re hatiye kirin. Em vê hevdîtinê bi tu awayî qebul nakin. Ev yek ne qanuniye. Heta ku em rêberê xwe fîzîkî azad nekin wê ne 100 roj, emê her roj di nava çalakiyan de bin. Heta ne ku em xeberek bistinin yan jî parêzerên Rêber Apo biçin gel wê têkoşîna me bi biryardarî bî dome û em di çalakiya xwe de bi israrin. Banga min ewe ku bila hemû kes rabin ser piyan û dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe bilind bikin êdî Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye û heta ku em Rêberê xwe bi fîzîkî azad nekin em nesekinin.”