Çalakiya konvedanê ya li Hesekê bi dawî bû

Çalakiya konvedanê ya li Hesekê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo misogeriya aştiya Rojhilata Navîn e” dest pê kiribû bi dawî bû.

Hesekê-Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê 9`ê Îlonê ji bo şermezarkirina tecrîdê çalakî da destpêkirin. Çalakiya ku li Qada Suryan a taxa Nasra ya Hesekê dest pê kiribû du roj berdewam kir. Di roja yekemîn de şandeya Navenda Perwerdeyê, Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê û Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM, Çand, Aborî û Hêzên Parastina Civakî tevli çalakiyê bûn.

Bernameya roja duyemîn a dawî  bi tevlibûna navçeyên bajarê Hesekê, Kongra Star, komînên bajar, komînên PYD’ê, Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê, saziya avê û Meclisa Malbatên Şehîdan bi dawî bû. Jinên ku Beşdarî çalakiya konvedanê bûn gotin ku ew ê heta pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têbikoşin.

‘Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherandiye akademiyê’

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ahîn Elî da zanîn ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguheriye akademiyê ku her kes jê sûdê digre û wiha anî ziman: “Bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wî, jinan gelek destkeftî di şoreşa xwe de bi dest xistin. Serhildanên ku îro li tevahî cîhanê çêdibin û di bin felsefeya Jin, Jiyan, Azadî de bersiva tecrîd û komploya li ser Ocalan in. Bi vê yekitiyê peyam didin ku komplo û tecrîd têk çûye û her ku diçe felsefeya Rêbertî belav dibe.”

‘Ocalan kilîta çareseriya krîza Rojhilata Navîn e’

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Azîza Hiso wiha got: “Rêber Ocalan ji bo jinên Ereb riya rizgariyê nîşan da. Bi felsefeya xwe ya azad me ji koletî û bindestiyê rizgar kir. Îro jinên ji pêkhateyên Ereb gavên baş avêtine û ji bo azadiya civaka xwe kar û xebatan dikin. Tecrîda ku li ser Rêber Ocalan hatiye ferzkirin bi armanca ku rê li ber pêşketina gelan bigre ye. Lê felsefeya Ocalan dîwarên zindana Îmraliyê şikandine û li nava civakan belav bûye. Bi vê felsefeyê îro yekitiya jinan ava bûye. Dema em dibêjin yekitî tê wateya hêz û îradeyê û tu kes nikare li hemberî wê bisekine.”

Azîza Hiso axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêxistinên mafên mirovan ji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan berpirsyar in. Pêwîst e bi erkên xwe rabin û bêdengiya xwe bişkînin. Ji ber ku kilîta çareseriya krîza Rojhilata Navîn Rêbertî ye.”

Çalakiya konvedanê bi dirûşmeya “Bê serok Jiyan nabe” bi dawî bû.