Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 49’emîn de dewam dike
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît li pêş avahiya edliyeyê nobeta xwe ya “Edaletê” di roja 49’emîn de didomînin.
Riha - Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du kurên xwe, di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirî li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê Adarê de bi daxwaza “Edaletê” nobet dabûn despêkirin. Nobeta wan li pêş Edliyeya Rihayê di roja 49’emîn de dewam dike. Ji ber qedexeya derketina derve 3 rojan çalakiya xwe ya nobetê li mala xwe ya navçeya Pirsûsê domand, piştî ku qedexe rabû di saetên serê sibê de careke din hat li pêş avahiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kirin.
Dayik Emîne Şenyaşar, diyar kir ku heta niha bersivek ji lêgerîna wan a edaletê re nehatiye dayîn û bi bîr xist ku ji ber lêgerîna edaletê lawê hat derbkirin û gelek caran hat binçavkirin. Emîne bi gotina “Edalet nîne” bertek nîşan da û wiha got: “Ceza dan lawê min. Cezayekî kêm dan Yildizan û wê serbest berdin. Kesên malbata min qetilkirin li derve bi awayekî serbest digerin. Em di vê meha Remezanê de li vir edaletê digerin. Ev meha Remezanê li me heram kirin.”
Malbata Şenyaşar, li ser hesabên xwe yên medya civakî jî ev peyam parvekir: “Ji ber qedexeya derketina derve, me têkoşîna xwe ya “Edaletê” li mala xwe berdewam dikir. Em di roja 49’emîn de careke din li pêş avahiya edliyeyê ne. Heta ku “edaleta” rast pêk were em ê werin vir. Em her kesê ku xwedî wijdan ji bo piştevaniyê vedixwînin vir.”