Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 41’an de dewam dike
Çalakiya edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 41'emîn de ne, ji ber qedexeya derketina derve çalakiya xwe li malê didomînin.
Riha - Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du lawên xwe di êrişa AKP’iyan de li Pirsûsê winda kir, li gel lawê xwe Ferît Şenyaşar 41 roj in li ber Edliya Rihayê bi daxwaza “Edaletê” çalakî li dar dixe. Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji ber qedexeya derketina derve neçû ber Edliyeyê, li mala xwe nobeta xwe ya edaletê berdewam dikin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twîtterê dîmenên dema êrîşa li ser kargeha xwe parvekirin û ev nivîs binde danîn, "Heyeta dadgehê diyar nekiriye ku êrîş kê kiriye. Bi nêrîna we li gorî kameraya li derve gelo êrîş ji aliyê du kesên li hundir ve pêk hatiye an jî ji aliyê ximên malbata Yildiz ku her diçe hejmara wan zêde dibe ve pêk hatiye? (Ger ku kesê tîşort zer cara 2'emîn neketa hundir û êrîş nekiriba wê tu kes nemirana.)"