Çalakiya Emîne Şenyaşar di dome
Çalakiya malbata Şenyaşar a ji bo edaletê ku beriya 5 rojan dest pê kiribû didome.
Riha - Têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku hevjînê wê Hecî Esvet û du kurên wê Adil û Celal Şenyaşar, di encama êrîşa parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de berî hilbijartina 24’ê Hezîranê hatin qetilkirin, berdewam dike. Çalakiya bi daxwaza “Edaletê” ya ku Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dest pê kirin, di roja 5’emîn de, berdewam dike.
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di saetên serê sibê de mîna her rojê hatin ber edliyeyê lê bi hinceta dawiya hefteyê, destûr nehat dayîn ku bikevin baxçeyê wê. Malbata Şenyaşar li ser vê yekê ji derveyî baxçeyê edliyeyê dest bi çalakiya xwe ya rûniştinê kir. Dayika Emîne Şenyaşar, bi wêneyên hevjînê xwe Hecî Esvet Şenyaşar û 2 kurên xwe Celal û Adil Şenyaşar re, dowîzên “edalet” li ser nivîsandîbûn, bi dîwarê li ber rûnişt ve kirin. Lê wêne û dowîzên malbatê bi dîwar ve kirin, ji aliyê parazvanên edliyeyê ve hatin rakirin û destûr nehat dayîn ku careke din bi dîwar ve bikin.