Çalakiya Emîne Şenyaşar bi hêviya edaletê dewam dike

Çalakiya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ya bi daxwaza edaletê dabûn despêkirin di roja 44’an de dewam dike.

 
Riha – Emîne Şenyaşar a beriya hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an di encama êrişa parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjînê xwe û du kurên xwe winda kirin, li gel kurê wê Ferît Şenyaşar ji 9’ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê di çalakiya “edaletê” dene. Serê sibê cardin malbat hatin ber edliyeyê li gel rojiyê û germahiya zêde jî çalakiya xwe dewam dikin.
Emine Şenyaşar ji ber axaftina telefonê ya bi kurê xwe Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Girtiya Xerpêtê dimîne dereng tevlî çalakiyê bû.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da, malavayî li Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê kir, ji bo ku serdana wan kiribû û wiha got: “Li dijî zilmê bêdeng mayîn, tê wateya hevkariya zilmê kirin e. Werin em li dijî zilmê û bêdadiyê bibin yek deng.”