Çalakiya Emîne Şenyaşar a “edaletê” di roja 47’an de dewam dike
Emîne Şenyaşar ji ber qedexeya derketina derve li malê nobeta xwe ya “edaletê” didomîne.
Riha - Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du kurên xwe, di êrişa parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, nobeta ku bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar da destpêkirin di roja 47’emîn de ji ber qedexeya derketina derve li malê dewam dike.
Li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê malbatê li ser hesabê xwe yê civakî dîmenên têkildarî komkujiyê belav kir û got: “Kêliya vî dîmenê êrişê ji aliyê cîranê me ve hatiye girtin. Yê bi çeka lûle dirêj hatiye êrişê xizmê parlamenter e. Polîs dikeve navberê çekê ji dest distîne. Dîsa çeka xwe ji polîs distîne. Di doza bi encam bû de navê wî jî derbas nebû. Ji ber vê yekê em dixwazin ku daraz bêalî tevger bike.”