Çalakiya Edaletê di roja 60’an dene, hîna lêpirsîn tune ye

Çalakiya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a bi daxwaza "edaletê" du meh li peyî xwe hêla.

Riha - Li navçeya Pirsûs a Rihayê di 24'ê hezîrana 2018'an de beriya hilbijartinên giştî parêzvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Xelîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn, hevjîn û du lawên Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji ber ku kujer nehatin darizandin bi daxwaza "edaletê" ji 9'ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeta "edaletê" kiribûn. Çalakiya Emîne û lawê wê di roja 60'emîn de didome. Lê ji ber qedexeya derketina derve malbat çalakiya xwe li malê didomîne.
Malbatê li ser hesabê xwe yê civakî ev parkirin danî: “Bavek ji bo zarokên xwe bibîne diçe nexweşxanê, li nexweşxanê bav bi zarokên xwe ve tên lînc kirin. Li ser bûyerê re 3 sal derbasbûn, hîna lêpirsîn nîne.”