Çalakiya bila winda bên dîtin di heftiya 750’an deye

Şaxa ÎHD ya Amedê û Xizmên windayan di çalakiya xwe ya ya ‘Bila windayî bên dîtin û faîl bên darizandin’ di hefteya 750’an de ji bo Remezan Yuce ê di sala 1992’an de di encama êrîşa çekdarî de hatibû qetilkirin edalet xwestin.

Amed- Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Malbatên Windayan çalakiya xwe ya ‘Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin’ di hefteya 750’an de dom dike. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya Amedê hatin ba hev. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên kesên di binçavan de hatine windakirin û qetilkirin hate vekirin. Di çalakiya vê heftiyê de kujerên Ramazan Yuce yê di 29’ê Hezîrana 1992’an li navçeya Farqîn ya Amedê hatî qetilkirin hat pirsîn.

 ‘Ev 30 sale li her derê lêgerîna azadiyê berdewam dike’

Di çalakiyê de destpêkê Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn axivî û destnîşan kir ku ew têkoşîna xwe ya li dijî tundî û binpêkirina mafan a sîstematîk a dewletê 750 hefte ye berdewam dikin. Zeytûn diyar kir ku li hember wan desthilatek siyasî ya hiqûqa nawneteweyî binpê dike heye. Zeytûn got ku desthilata heyî faîlên tundiyê kirine û bi hezaran mirov winda kirine nadarizîne, lê bi hemû derfetên xwe diparêze û wiha got: “Dewlet, gava mijar dibe kurdên ku bi rêya demokrasiyê mafên xwe dixwaze çavên xwe digire û ceza dide wan. Hayriye Turkekul ku ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve bi 6 sal 3 mehan hat cezakirin, mînaka dawî ye. Sedema ceza jî çalakiyên mafên demokratîk û li dijî derketina kiryarên antîdemokratîk in.”

Emîne Akşahîn: Êşa di dilê dayikên mede ne sekiniye

Hevseroka Egîtîm-Sen ya Jimara 1’an Emîne Akşahîn ku hevala nêz ya Remezan Yuceyê hatin qetikirin di axaftina xwe de destnîşan kir ku Remezan Yuce perwerdekarek  ku di Egitîm Senê de rêvebertî kiribû û wiha got: “ Remezan Yuce kesek ku têkoşîna ked û demokrasiyê dida. Rojekê li kolanê ji aliyê kiryar diyaran ve hatiye qetilkirin. Li Tirkiyeyê salên 90’î ku wek dîroka tarî tê zanîn, wê demê kesên kurd bi zorê hatin windakirin, înfazkirin û qetilkirin. Wê demê bi awayekî sîstematîk sûcên mirovahiyê hatin pêkanîn. Bi hezaran kurdên ku xwedî hişmendiyek polîtîk bûn ji aliyê hêzên tarî ve hatin qetilkirin. Ev qas sal derbas bû jî hîn êş û şewata dil û rondikên çavên dayikan nesekiniye. Ger ku em dixwazin edalet û azadiyek civakî pêk were divê ew demên tarî bên ronîkirin.  Pêwîst e ku em bi dîroka xwe bên rû hev. Me jî wek parçeyekî ji vê pêvajoyê têkoşîna hevalên xwe dewr girt. Ji bo ku edalet pêk were û kiryar derbikevin pêşberê darazê em ê têkoşîna xwe bimeşînin.”

  ‘Bi caran hate binçavkirin û îşkence lê hate kirin’

Piştî axaftina Emîne Akşener çîroka Ramazan Yuce ji aliyê endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin.

Firat Akdenîz diyarkir ku Ramazan Yuce li Farqînê dijiya û bavê 7 zarokan bûye û got di qedroya Xizmetê ya Dibistana Herêmê ya Razanê ya Farqînê de cih digirt. Destnîşan kir ku Ramazan di darbeya 1980’ê de tê binçavkirin, bi îşkenceyek mezin re rû bi rû dimîne û piştre tê berdan. Firat, destnîşan kir ku  Ramazan piştre gelek caran hatiye binçavkirin û bi îşkenceyên mezin re rû bi rû dimîne.

‘Rastî êrîşa Hizbullahê hate’

Firat Akednîz da zanîn ku di salên navbera 1991 û 1997’an de li Farqînê gelek bûyerên kiryar nediyar çêdibûn û derbarê çîroka Remezan Yuce de ev tişt anî ziman.

“Rêxistinên hîzbûllahê wê demê bi piştgiriya dewletê ve li navenda navçeyê gelek bûyerên kiryar nediyar pêk anîn. Ji kesên ku bûn qurbanê van bûyeran yek jî Ramazan Yuce ye.  Keça Razaman Yuce wê demê di encama êrîşa hîzbûllah de bi giranî birîndar dibe. Malbat wê demê tim di bin zext û gefan de bûye. Razaman Yuce di 29’ê Hezîrana 1992’yan de ji bo ku dibistana amadeyî ji derve xilas bike ji bo ezmûnan diçe Amedê. Wê serê sibehê ji hevjînê xwe re dibêje ‘ez diçim, lê belê min xewnên xirab dît. Ger tiştek bê serê min were keça min a destgirtî bizewicînin.’ Dema ku ji Amedê vedigeriya Farqînê li ser Kolana Lalebeyê rastî êrişa çekdarî tê. Ramazan Yuce li wê derê jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê wî li navenda Farqînê tê definkirin. Ji ber ku wê demê cihê şînê gelek qerebalix bû, dîsa wê demê hêzên tarî êrîşê merasîmê dikin. Bûyer ji wê rojê û vir ve di fermiyetê de wek bûyerên kiyar nediyar cih digire. Em ji vir careke din dibêjin bila rastî derbikevin holê û kesên berpirsyar bên tespîtkirin û derbixin pêşiya darazê. Beriya 31 salan li van kolanên teng Ramazan Yuce hat qetilkirin, em ji bo wî edaletê dixwazin.”

Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.