Çalakiya Şengalê ya li dijî dîl girtina şervanên YBŞ’ê didome

Ev sê roj in civaka Êzidî ji bo zarokên xwe yên YBŞ’ê ku di destê artêşa Iraqê de ne û birîndar in, li ser piyan e. Civaka Êzidî ku bi pêşengtiya jin û ciwanan li ber xwe didin, diyar dikin ku heta serbestberdana zarokên xwe li ser piya bin.

Şengal – Piştî êrîşa artêşa Iraqê ku di şeva 18’ê adarê de li hember hêzên YBŞ’ê pêk anîn û destdanî ser şervanên YBŞ’ê yên birîndar, civaka êzidî rabûn ser piyan. Tevî hemû astengiyên artêşa Iraqê jî ev sê roj in civaka êzidî ji bo teslîmgirtina zarokên xwe di nav berxwedanê de ne. Civaka Êzidî du roj in li ber avahiya Emin El Wetenî ya li navenda Şengalê kon vedane û di nav berxwedanê de ne.

Ev du roj in girse şev û roj di konê çalakiyê de nobetê digirin. Bi taybetî pêşengiya vê berxwedanê jin û ciwan dikin. Jin û ciwan bi biryardariyeke mezin berxwedana xwe didomînin û diyar dikin ku heta serbestberdana şervanên YBŞ’ê dê her di nav çalakî û berxwedanê de bin. Jin û ciwan şev û roj di konê çalakiyê de bi tilîlî, stran û govendê berxwedana xwe mezin û geş dikin.

Li kêleke vê berxwedana bi heybet artêşa Iraqê hêzên xwe li derdora konê çalakiyê û gelemperiya navenda Şengalê zêde kiriye û dixwaze bi vî awayî çavê civakê bi taybetî jin û ciwanan bitirsîne, heta ji bo avakirina tirsê ji cihê çalakiyê siharê heta êvarê konvoyên leşkerî derbas dike. Ji hêla din ve ji roja ku çalakî hatiye destpêkirin heta niha artêşa Iraqê ji bo berovajîkirina bûyerê û ji bo şikandina îradeya civakê propagandaya reş dide meşadin. Lê jin û ciwan ku di her kêliyê de diyar dikin ew ji tu tiştî natirsin û serî li hember zilmê natewînin, bi dirûşm, tilîlî, stran û govendê bersiv didin artêşa Iraqê û hewdana wê ya berovajîkirina bûyerê.

Ji aliyê din ve konê çalakiyê îro jî berdewam kir û gelek sazî û dezgehên girêdayî rêveberiya xweser a Şengalê hatin serdana konê çalakiyê û biryardariya berxwedêran silav û pîroz kirin.

‘Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin’

Têkildarî bûyerê û berxwedana ku hatiye destpêkirin Şîrîn Kemal ku xizma şervanê YBŞ’ê yê niha di destê artêşa Iraqê de dîl tê girtin, ji ajansa me re axivî.

Şîrîn Kemal diyar kir ku ew wek dayikên Şengalê û dayikên şervanên YBŞ’ê di nav berxwedanê de ne û wiha got: “Ev sê roj in zarokên me yên birîndar di destê artêşa Iraqê de ne. Em naxwazin şer derkeve, ji bo vê dive artêşa Iraqê zarokên me radestê me bike. Ev 11 sal in hêza ku ji zarokên me pêk tên, me û axa me diparêzin. Heta şervanên me neyên berdan, şev û roj em ê konê çalakiyê û berxwedana xwe bidomînin. Em heta dawiyê li pişt hêz û zarokên xwe ne.”