9 siyasetmedar û sendîkavan hatin girtin

Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag û Ji avakerê ÎHD Nîmet Tanrikulu jî di nav de 9 kes di çarçoveya lêpirsîna navenda wê li Enqere hat destpêkirin de, hatin girtin.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê li Enqere de di 26’ê mijdarê de siyasetmedar, parêzer û parêzvanên mafên mirovan hatin binçavkirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê kesên hatin binçavkirin sewqî dadgeriyê hatin kirin.

Dadgeriyê der barê Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevtap Akdag, Hevşaredarê Şaredariya Peyasê Cengîz Dundar, ji avakarên ÎHD'ê Nîmet Tanrikûlû, Serokê Genel-Îşê Remzî Çalişkan, Serokê Şaxa Sendikaya Genel-Îşê ya Mêrsînê Kemal Göksoy, Halef Carûş, Ecevit Odabaşi, Nusret Akin û Serdan Ekîngen de biryara girtinê da.

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem Şîar Rişvanoglû, Erdal Guzel, Farûk Ayhan û Recep Şimşek jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.