8 rêxistinên jinan ji NY’yê re nameyek şandin

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 8 rêxistinên jinan nameyeke hevbeş ji sekreteyê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) António Guterres û saziyên NY’ê re şandin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî êrîşên dewleta Tirk di qada navneteweyî de ketin nava hewldanan.

8 rêxistinên jinan bi pêşengiya Kongra Star bi riya dîjîtal nameyek hevbeş ji sekreteyê giştî yê NY’yê António Guterres re şand.

Name her wiha ji 4 saziyên din ên NY’ê re hat şandin.

Saziyên ku name jê re hatiye şandin ev in:

Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan

Komîteya Mafên Mirovan,

Lijneya Giştî

Konseya Ewlekariyê.

Li gorî agahiyên ku rayedarên Kongra Star dane, di nameya ku bi zimanê Îngilîzî û Erebî hatiye nivîsandin de hat xwestin ku ev sazî berpirsyariya xwe bi cih bînin û dawî li êrîşên Tirkiyeyê yên hiqûqa navneteweyî binpê dikin bînin.

Rêxistinên jinan ên nameya hevbeş şandiye ev in:

*Kongra Star

*Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê,

*Meclisa Jinên Sûriyeyê,

*Yekitiya Jinên Ezidî ya Rojava,

*Yekitiya Jinên Ermen,

*Yekitiya Jinên Suryan,

*Kombûna Jinên Zenobiya,

*Navenda Lekolîn û Parastina Mafên Jinan

Bi hev re vê nameyê îmze kirin.