7 salên rizgarkirina Minbicê: Jin hêviya jiyana hevpar ava kirin

Bajarê Minbicê ku 3 salan di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ma, piştî ku ji wê tarîtiyê hat rizgarkirin; bû cihê kar û xebata jinan. Rola jinan a ku beriya hezaran salan ji dest wan hatibû girtin, piştî rojên reş û tarî bi xebatan şênber bû.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic- Di 15’ê Tebaxa 2016’an de Minbic ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Beriya heft salan bi serkeftina roja 15’ê Tebaxê re li bajarê Minbicê rewşa jinan guherî û di civakê de bûn xwedî rol, xwe nas kirin, hêviya jiyana hevpar ava kirin.

Jinên bajarê Minbicê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di salên dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de rastî gelek binpêkirinan hatin. Piştî rizgarkirina Minbicê, bi xebata xwe dikaribûn rewşa xwe baş bikin û xwe bi pêş bixin, tevli hemû waran bibin. Di serî de Encûmena Sivîl li bajarê Minbicê hat avakirin û piştî rizgarkirinê rêveberiya sivîl a demokratîk di 12’ê Adara 2017’an de hat avakirin, ji wê jî encûmena zagonsaz û cîbicîkar ji hemû pêkhateyan hat damezrandin.

Der barê vê mijarê de Hevseroka Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li bajarê Minbicê û gundewaran, Nazîfa Xilo diyar kir ku jinan di siya sîstemên desthilatdar û di dema dagirkeriya DAIŞ’ê li ser bajarê Minbicê de gelek astengî kişandine û rastî binpêkirinan hatine. Lê piştî rizgarkirina bajêr û avakirina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk deriyên xwe li pêş hemû jinan vekir ku tevli hemû waran bibin, rewşa xwe biguherînin êdî hebûna xwe di hemû sîstemên jiyanê de teqez dikin. Her wiha sîstema hevserokatiyê jî xistin meriyetê rêjeya beşdariya wan di rêveberiyê de gihîşt ji % 50.

Minbic 3 sal di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ma

Çeteyên DAIŞ’ê bajarê Minbicê sê salan dagir kirin, di vê demê de jin ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar man lê piştî rizgarkirinê jin li dijî van binpêkirinan rabûn û ji şervanên YPJ’ê yên ku tevli pêngava rizgarkirina Minbicê bûn, bi bandor bûn, wê demê zanîn ku jin dikarin nûnertiya xwe di her warî de bikin.

Der barê astengiyên li pêşiya tevlibûna jinan di kar de Nazîfa Xilo got: “Em rastî gelek astengiyan hatin ji ber hişmendiya mêrsalarî û paşverû ya li herêmê, derketina ji malê li  jinan qedexe bû lê saziyên jinan roleke mezin di beşdariya jinan a nava kar de lîstin, bi riya hişyarî û civînan û serdanên malan, dikaribûn rola xwe îsbat bikin û hemû astengiyên civakî derbas bikin. 13 komîteyên Encûmena Cîbicîkar hene di nav de komîteya jinê jî heye. Komîteya jinê rêxistinkirina jinan di nava komîteyan û saziyan de girtiye ser milên xwe bi koordînekirina bi ofîsên jinan di her komîteyek encûmenê de û şert û mercên pêwîst ji bo karên jinan di hemû saziyan de ava kiriye.”

Piştî rizgarkirinê rola jinan a di siyasetê de

Der barê paşguhxistina jinan di dîrokê de hevseroka Encûmena Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Minbicê Azab Aboud jî dibêje: “Ji hezar salan ve ye jin êşa zordarî û hemû cureyên tundiyê ji ber kevneşopiyan û olan dikşînin. Ligel hişmendiya mêrsalarî ku hemû şêwazên desthilatdariyê bi kar tîne û jinan ji rastî û vîna wan qut dike.”

Azab Aboud têgeha siyasetê jî wiha diyar dike: “Siyaset ji rêgeha xwe ya bingehîn hat dûrxistin, rastiya siyasetê xizmeta civakê ye û hunera rêvebirina civakan û hunera lêkolîna baştirîn çareseriyên pirsgirêkên civakî û aborî û hemû warên jiyanê ye lê di encama bikaranîna desthilatdariyê de ji vê têgehê re siyaset ji wateya xwe ya rastî dûr ket û bû hîle û fêlbazî û sextekarî li dijî bikaranîna gelan.”

‘Jin ji beriya hezaran salan ve siyasetmedar bûn’

Ji bo girêdana têgeha siyasetê bi kesayeta jinê re jî Azab Abdoud dibêje: “Jin ji beriya hezaran salan ve siyasetmedar bû, armanc û prensîbên siyasetê bi cih dianîn bi riya beşdariya rêvebirina malbatê û civakê. Her wiha şer û krîz kêm bûn ji ber ku siyaset di rêgeha xwe ya rastî de dimeşe lê piştî derketina desthilatdariyê û sîstemên dewletê û belavbûna kapîtalîzmê êdî siyaset bûye bar li ser milên civakê li şûna ku civakê bi rê ve bibe û bi pêş bixe û rola jinan di warê siyasî de gelekî sînordar bûye.”

‘Jin di hemû serdeman de ji bo xwe biparêzin têkoşiyane’

Di berdewamiya axaftina xwe de Azab Aboud dibêje: “Jin di hemû serdeman de têdikoşin ji bo xwe biparêzin û hebûna xwe îsbat bikin weke tevlibûna di şoreşa Rûsyayê de li dijî Qeyseran û berxwedaniya jinan a li kargehên New Yorkê li gel berxwedaniya xwîşkên Mîrabal û berxwedaniya jnên Kurd di Tevgera Rizgariya Kurdistanê de heta berxwedaniya wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê jinan êdî bêhna azadiyê kişand û rola xwe ya ku bi hezaran salan berê winda kiribû vegerand li ser bingeha şoreşan û berxwedaniyan, dikaribû li dijî DAIŞ’ê şer bikin û têk bibin, ji bo dawî li dagirkeriya Tirk bînin tevlî siyasetê û guftûgoyên çareserkirina krîza Sûriyeyê bûn.”

‘Gelên Sûriyeyê êşa pergala desthilatdar a li ser bingeha yek reng yek netew dikşînin’

Der barê tevlibûna jinan a nava karên siyasî li bajarê Minbicê piştî rizgarkirinê de jî got: “Gelê Sûriyeyê êşa sîstema siyasî ya desthilatdar li ser bingeha yek reng û yek netew dikşîne, ev hişmendî di civakê de di demeke nîv serdemê de xurt bû, tevna civakî hilweşand di siya nebûna vîn û azadiya hemwelatiyan de lê bi saya hişmendiya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêzên demokratîk dikaribûn jiyana siyasî vegerînin rêgeha rast û civakeke exlaqî demokratîk ava bikin.”

Di dawiyê de Azab Aboud teqez dike ku ji bo mafên jinan di hemû herêmên Sûriyeyê de pêk bînin ew di partiya Sûriyeya Pêşerojê de her dem kar dikin û Projeya Netewa Demokratîk belav bikin.

Akademî fikrên civakê ronî dikin

Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê û vegerandina jiyana sivîl encûmena sivîl ji bo fikrên DAIŞ’ê yên di hişmendiya civakê de bi cih bûne derbas bike dest bi xebatan kir. Ligel guhertina têgehên civakê di warê kevneşopiyan de ku jin tê de qurbanî bûn, akademî yek ji rêbazên ronîkirin û pêşxistina fikrên civakê ye ku ji dîrokê ve heta niha tarî bûye.

Di vê der barê de, rêvebera Akademiya Şehîd Îsmaîl Mousa ya Minbicê Naqşiya Xelîl got: “Piştî rizgarkirina Minbicê gelek akademî hatin damezrandin weke akademiya Şehîd Îsmaîl di sala 2016’an de ku hejmara perwerdekaran tê de 613 jin bûn. Li ser guhertina fikrên reş ên DAIŞ’ê ji bo kesayeta xwe ava bikin, bibin endamên aktîf di civakê de Akademiya Şehîd Zîlan li Helebê di sala 2017’an de zêdetirî 900 perwerdekar pêşwazî kirin. Her wiha gel bi fikra Netewa Demokratîk û biratiya gelan li ser bingeha hevkariyê û hevjiyanê û rêxistinkirina civakê bi awayê rastî kar dike û alîkariya jinan di têkoşîna wê ya ji bo naskirina xwe û dîroka xwe de dike.”

Mala Jinê û erkên wê yên di avakirina civakeke exlaqî û demokratîk de

Mala jinê di 25’ê Mijdara 2016’an de piştî salekê ji rizgarkirina bajarê Minbicê hat damezrandin. Di wê der barê de endama mala jinê Najma Îbrahîm got: “Mijara jinê ne îro derketiye holê, ew vedigere 5 hezaran salan ku tê de hemû şêweyên tundî û paşguhxistinê hene. Ne dadgehan ne jî rêbazên lihevhatina eşîrî mafên jinan nedane û her dem li aliyê mêran bûn lewre vekirina maleke taybet bi kar û barên jinan pêwîst bû ji bo hişmendiya civakê biguhere, mafên jinan were bidestxistin.”

Têkildarî nizîkahiya civakê ji mala jinê re Najma Îbrahîm wiha dibêje: “Destpêkê redkirinek mezin hebû lê piştî ku rêbazên karê mala jinê dîtin, hemû beşên civakê berê xwe danê. Ne tenê jin, gelek caran mala jinê pirsgirêkên mêran û dozên civakî çareser dike. Jin li bajarê Minbicê gelek astengiyan dibînin weke zewaca di temenê biçûk de û hevberdan li gel bûyerên xwekuştinê ku dema dawî gelekî zêde bûne. Mala jinê van pirsgirêkan çareser dike. Ji destpêka avakirina mala jinê ve 5887 kesan gilî kirin û 2205 doz hatin çareserkirin li gel 2355 dozan veguhestin dîwana dadweriyê û hê jî 1299 doz li benda çareseriyê ne.”

Girîngiya aboriya jinan

Di asta aborî û serxwebûna ku jinan pêk aniye de, berdevka aboriya jin Ayşa Dawoud girîngiya damezrandina aboriyeke taybet bi jinan wiha teqez dike: “Bi destpêka damezrandina aboriya jinê re di sala 2017’an de, dema ku civak hê ji DAIŞ’ê ditirsiya û jin nikaribûn tevli kar bibin, bi xebatan ev yek hêdî hêdî şikiyan û jinan serxwebûna xwe ya aborî ava kir.”

Der barê projeyên ku aboriya jin ava kirine û derfetên karên ji bo jinan peyda kirine de Ayşa Dawoud got: “Aboriya jinê gelek proje vekirin weke dikana cil û bergan, xemilandina jinan, xwurekan, madeyên paqijiyê, cihê mirîşkan û bostan. Hemû projeyên ku aboriya jinê birêve dibe li ser sîstema komeleyan e.” Ji bo astengiyên ku jin rastê tên jî Ayşa Dawoud dibêje: “Bilindbûna nirxê dolar beramberî Lîreya Tirk gelekî li ser aboriyê bandor kir lewre em dibînin ku em negihîştine asta ku me hêvî dikir ji ber ku jin hê jî ji krîza aborî êşê dikşînin. Em hewl didin piştgiriya aboriya jinan bikin ji ber ku hejmareke jinan zêde tîne gel me ji bo derfetên kar. Em hêvî dikin aliyên pêwendîdar piştgiriya aboriya me bikin ji ber ku ew aboriya civakê ye ji bo jinan.”