69 xizmên girtî hatin berdan
69 kesên ku di çalakiya final ya nobeta edaletê ya Kadikoyê de bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin, îro serê sibê hatin berdan.

Stenbol - Nobeda edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û yên ku berdana wan hatine taloqkirin ve hatibû destpêkirin û 1 sala xwe temamkir dewam dike, di hefteya 39'emîn de bi meşa ku li Kadikoyê bi dirûşmeya “Ji bo girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin azadî, bila tecrîd bi dawî bibe” hat pêkanîn, bi dawî bû. Di çalakiyê de 69 kes bi kelepçe û îşkenceyê hatin binçavkirin.
Îfadeya 69 kesên ku birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê piştî saetên dirêj hat girtin. Kesên hatine binçavkirin piştî ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyên li Bayrampaşa, Eyûb, Kagîthane, Gazîosmanpaşa, Bagcilar û Avcilarê hatin berdan.