65 rojin ji bo “edaletê” dengê xwe bilind dikin
Emine Şenyaşar ya sê kes ji malbata wê qetilkirin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re 65 rojin çalakiya “edaletê” dewam dikin.
Riha - Parêzvanên parlamenterê AHP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşê malbata Şenyaşar kiribûn, di encamê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman bûyerê de birîndarbûyî nobeta edaletê di roja 65’ê de didomînin. Emîne û kurê xwe Ferît ji ber qedexeya derketina derve ji 30’ê Nîsanê ve li mala xwe ya Pirsusê çalakiya xwe dewam dikin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê civakî dîmenê ku li baxçeyê Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê roja ku êriş lê çêbûye hatiye girtin parve kir. Malbatê di hesabê xwe de hesabên fermî yên Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul û hesabê Serokkomariyê etîket kir û got: “Sal 2018: Rojeke erefê ye. Cih: Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Li nexweşxaneyê 3 ferdên malbata me hatin qetilkirin. Îro 2021 roja erefê ye. Hêj li ser dosyaya dozê biryara nepen heye. Her tişt li holê ye, tişta ku nîne hiqûq û edalet e.”
Di dîmenê de jî ev gotin cih girtin: “Dîrok 14.06.2018 Cih: Ne Filistîn e. Îsraîlê tu car êrişî nexweşxaneyan nekir. Ev der Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ye. Kesên ku êriş kirin malbata Yildiz ê parlementer e. Dema biryara nepen rabû em ê dîmenên di hûndir de jî parve bikin. Bila tu tişt veşartî nemînin. Em lêpirsîneke bi bandor û bêalî dixwazin. Tenê edaletê dixwazin.”