6 sal û 3 meh ceza li hevserok Hatûn birîn
Di danişîna doza Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Sura Amedê Hatûn Yildiz de 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn.
Di danişîna doza Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Sura Amedê Hatûn Yildiz de 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn.
Navenda Nûçeyan- Bi hincetên guhdarkirina telefonê, tevlîbûna şînan, daxuyaniyên çapemeniyê, beyanên şahidên nepen û vekirî bi ideaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirinê” derbarê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Sûrê ya Amedê Hatûn Yildiz de doz hatibû vekirin. Danişîna doza biryarê ya Hatûn Yildiz li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna ku Hatûn beşdar nebû de parêzerê wê Yûsûf Çakas lê amade bû. Dozgeriyê mutaalaya ku di danişîna beriya niha de xwendibû dubare kir û ji 7 salan heta 15 salan ji Hatûn re ceza xwest.
Parêzer Yûsûf Çakas, li dijî mutaalayê parastin kir. Yûsûf şahidê nepen weke “îtîrafkar” bi nav kir û bal kişand ser beyanên bi nakok ên şahidan. Yûsûf, da zanîn ku muwekîla wî bi nasnameya siyasetmedariyê xebatan bi rê ve dibe û wiha got: “Muwekkîla min weke Hevseroka HDP’ê ya Sûrê siyaset kiriye.” Yûsûf, destnîşan kir ku muwekîla wî beşdarî 300 merasîmên cenazeyan bûye lê di dosyayê de tenê 10 merasîm hatine nivîsîn. Yûsûf, xwest ku tevlîbûna merasîman a muwekîla wî weke xebatên siyasî bê nirxandin û daxwaza beraeta wê kir.
Şandeya dadgehê piştî navbereke kurt, ji sûcê “propagandaya rêxistinê” biryara beraetê, ji sûcê “endamtiya rêxistinê” jî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li hevserok Hatûn Yildiz birî.