55 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan

55 kesên li Amedê di “Meşa Azadiyê” de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan hatin berdan.

Navenda Nûçeyan – Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd duh li Amedê ber bi Gemlîkê ve Meşa Azadiyê hat lidarxistin. Polîsan êrişî meşvanan kirin û 55 kes binçav kirin. Binçavkirî, piştî îfadeya li emniyetê hatin berdan. Hat zanîn ku di dema îfadeyê de tawanbariya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û meşan” li binçavkiriyan hatiye kirin. 

Navên hin kesên hatibûn binçavkirin û piştre hatin berdan wiha ne: “Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, Adle Fîdan, Mehmet Alî Kahraman, Îbrahîm Ozturk, Sanem Erîş, Ramazan Demîr, Îsmaîl Topkan, Muslum Aslan, Muhsîn Aydogdu, Yûsûf Çelebî, Fayik Ocalan, Yûsûf Ateş, Meşhef Sîrîmsî, Hamdiye Karakoç, Şakîr Demîr, Şukran Bulut, Nesîbe Uygun, Suphan Şeker, Mûstafa Kurt, Nûsrettîn Narîn, Niyazî Suner, Sadik Tosun, Mûsatafa Karakoç, Îbrahîm Demîrcî, Husnu Aslan, Vedat Soysal, Azad Esîn, Bariş Avşar, Zekî Çetînkaya, Seyyît Bîlal Evren û Yakup Ozer.”