5 roj in Îranê ava Zêyê Biçûk girtiye

Ji aliyê Îranê ve girtina ava Zêyê Biçûk, metirsiyek mezin li ser ava vexwarinê ya navçeya Qeladizê çêkiriye û ziyanek mezin gihîştiye qada çandiniyê.

Navenda Nûçeyan- Dewleta Îranê 5 roj in ava Zêyê Biçûk li ser navçeya Qeladizê qut kiriye û ev jî bandoreke neyênî li ser ava vexwarinê ya niştecihên bajarokê Pişder û Qeladizê dike.

Der barê mijarê de cotkara jin a bi navê Şoxan Ebas ji ajansa ROJNEWS'ê re axivî û got: “Ev zêdeyî 5 rojan e av hatiye girtin, ji ber girtina avê ziyanek mezin digihîje hemû Qeladiz û Pişderê. Dema av tê girtin, hewzên masiyan jî zuha dibin û di warê çandiniyê de jî ziyanek mezin digihîje me. Em bang li Hikumeta Herêmê dikin ku ji bo çareseriyê gavan biavêje.”

Rêveberê Projeya Ava Xas Endazyar Marif Ehmed der barê girtina avê de dibêje: “Av ji aliyê Îranê ve hatiye girtin, niha tu av ji Rojhilatê Kurdistanê nayê. Ya ku heye ava kaniyên Başûrê Kurdistanê ye. Girtina avê ji bo hemû herêmê pirsgirêkek mezin e. Girtina avê bandora xwe li ser çandinî, masî, jîngeha herêmê û gelek aliyên din dike. Em dikarin bibêjin niha Zêyê Biçûk ber bi hişkbûnê ve diçe.”