4 salên Talîbanê: Li Efganistanê jin û maf di xetereyê de ne
4 sal berê Talîbanê rêveberiya Efganistanê desteser kir. Girtina dibistanên zarokên keçan, zextên medyaya dîjîtal, girtina jinên çalakvan û koçberiya darê zorê ya rêveberiya Talîbanê qeyrana mafên mirovî kûrtir dike.

BAHARÎN LEHÎB
Efganistan – Tevî ku 4 sal di ser vegera Talîbanê ya desthilatdariyê ya di Tebaxa 2021’an de derbas bû jî, Efganistan hê bi sînordarkirinên berfireh, rewşa aborî ya zehmet û gelek raporên binpêkirinên mafên mirovan re rû bi rû ye. Li gorî saziyên mafên mirovan, ev heyam mîna yek jî serdemên herî dijwar ên dîroka hemdem a Efganistanê tê dîtin.
Pişt perdeya dîrokî û vegera Talîbanê
Efganistan, ji ber pozisyona xwe ya erdnîgarî û çavkaniyên xwe yên dewlemend ên madenî, bi dehan sal in di bin pêşbaziya mudaxaleyên derva û hezên herêmî û navneteweyî de ye. Sê şerên bi Îngîltereyê re hatin kirin, dagirkeriya Sovyetê û hebûna hêzên Emerîkî; bû sedema encamên mîna bêewlehiyê, koçberiyê û qelsbûna avahiyên civakî. Di sala 2021’an de piştî vekişîna hêzên Emerîkî, Talîbanê ji nû ve li Kabîlê desthilatdarî desteser kir. Ev bûyer, ji aliyê gelek şîrovekaran ve di dîroka siyasî ya Efganistanê de mîna xalek werçerxê tê hesibandin.
Rewşa Medyayê û azadiya derbirînê
Li gorî Navenda Rojnamevanên Efganistanê, tenê par ji aliyê Talîbanê ve 190 binpêkirinên azadiya medyayê hatin tomarkirin. Ji vana 145 gef û çavtirsandinên li dijî rojnamevan û xebatkarên medyayê û 45 jî binçavkirin in. Di rapora Wezareta Derve ya DYE’ê de jî 179 bûyerên cezayê fîzîkî û îşkenceyê cîh girt. Di rapora Mîsyona Alîkariyê ya Efganistanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMA) de girtiyên kêfî, îşkence, heqeret û kuştina leşkerên berê cîh girt: 24 girtinên kêfî, 10 bûyerên îşkenceyê û 5 cînayet. Saziyên navneteweyî, diyar dikin ku ev dane tenê beşek rastiyên qadê ne û hejmerek zêde binpêkirin hêj hatine tomarkirin heye.
Jin di navenda sînordarkirin û tundiyê de ne
Li gorî raporên xwecihî û navneteweyî, sînorkirinên li dijî jinan, yek ji rêbazên herî balkêş ên heyama nû ya Talîbanê ne. Girtina dibistanên zarokên keçan ên piştî refên 6’an, qedexeya ketina zanîngeh û saziyên perwerdehiyê, astengkirina ketina qadên kêf û werzîşê, qedexekirina karkirina cihên kar ên giştî û taybet, tenê çend qedexe û sînordarkirinên rêveberiya Talîbanê ne. Di heman demê hinek jin, bi hinceta “nixûmandina ne guncaw” an jî beşdarbûna xwepêşandanên sivîl, hatin girtin û rastî îşkence, destdirêjî, tecawiz û kuştinê re rû bi rû man. Di hinek nûçeyên medyayê de, hate ragihandin ku jin rastî destdirêjiyan tên û rewşa jinan a tazî hatiye tomarkirin.
Zêdebûna koçberiyê û encamên wê yên civakî
Di vê heyamê de pêla koçberiyê ya bi darê zorê tundtir bû. Di nav 4 salên dawî de, herî kêm milyonek û nîv penaberên Efganî bi darê zorê ji Îran û Pakistanê hatin vegerandin. Beşek ji vana bi awayek veşartî jiyana xwe li Efganistanê didomînin û hinek jî winda bûn. Her wiha leşkerên berê, rojnamevan û çalakvanên jin jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Ev rewş, di nava rêxistinên civaka sivîl û malbatan de fikaran zêde dike.
Xwepêşandanên sivîl û berxwedana civakî
Digel hemû qedexeyan jî, di 4’emîn salvegera desthilatdariya Talîbanê de, li hundir û derveyî Efganistanê xwepêşandanên sivîl hatin lidarxistin. Komên jinan bi taybetî li Kabîl, Herat û Taharê kom bûn û ji bo bibîrxistina mafên xwe yên civakî û li dijî qedexeyan çalakiyan lidar xistin. Hinek xwepêşandan, rastî mudaxele û binçavkirinên hêzên Talîbanê hatin.
Di nav 4 salên piştî vegera Talîbanê ya desteserkirina rêveberiyê de, Efganistan hê jî bi pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî re rû bi rû ye. Tevî ku civaka navneteweyî destnîşan dike ji bo pêşîgirtina li qeyrana mirovî pêwîstî bi hevkarîgerî heye jî, rapor nîşan didin bi taybetî li dijî jinan sînordarkirin, zexta medyayê û gefên li dijî aktîvîstan didome. Tevî vê yekê jî, xwepêşandan û berxwedanên civakî, eşkere dike ku beşekî gelê Efganî digel dijwariyan jî di daxwazên xwe yên maf û azadiyê de bi israr in.