4 roj e ji Rojvelat Kizmaz agahî nayê girtin

4 roj e ji Rojvelat Kizmaz a ku li Taxa Petrolê ya Êlih a Bakurê Kurdistanê wenda bû, agahî nayê girtin. Birayê Rojvelat Kizmaz diyar kir ku ew cilê xwişka xwe li ber bendava Heskîfê dîtine lê rûxmê vê jî xebatên lêgerînê nayê kirin.

Êlih – Rojvelat Kizmaz (26) a ku li taxa Petralê ya Êlihê winda bûye ji 9’ê Sibatê ve tu agahî jê nayê girtin. Malbata Kizmaz a ku di heman rojê de li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê serlêdana windahiyê danê diyar kirin ku tevî serlêdanên wan jî ji polîsan tu bersiv nehatiye dayîn.

Piştî hewildana malbatê cilê Rojvelat Kizmaz li ber bendava Hesenkêfê hat dîtin. Birayê Rojvelat Kizmaz Mehmet Kizmaz ê ku ji ajansa Mezopotamayayê axivî wiha got: “Tevî ku me di 9'ê Sibatê de windabûna xwişka xwe  ji midûriyeta polîsan û polîsên parêzgehê re ragihandibû jî, heta roja îro malbata min ji polîsan yek jî telefon negirtiye. Em 3 rojan li her kolanên Êlihê geriyan. Tevî ku me ji polîsan re ragihandibû ku dibe ku roja windabûna xwişka min çûbe Heskîfê, îro me bi xwe zanî ku xwişka min çûye Heskîfê. Diviyabû polîs û cendirmeyên navçeya Hesenkêfê ji me re ragihîndana , me îro bi xwe ji wan re ragihand. Piştre me bixwe li kiraxa Dicle û Heskêfê geriya. Me cilê xwişka xwe li ber kêleka avê dît. Daxwaza me ya ji bo keştiya lêgerînê dest bi lêgerîna avê bike wekî 'kaptan li derveyî navçeyê ye' hat bersivandin. Çawa ji nişka ve keştiya lêgerînê piştî dîtina cilên xwişka min çêbû.” 

Kizmaz her wiha da zanîn ku li gel israra wan jî xebatên lêgerînê yên li bendavê dewam nekirine. Mehmet Kizmaz bertek nîşanî bêxemiya saziyên dewletê da.