4’ê Hezîranê: Zagon û civak bi berpirsyariya parastina zarokan re rûbirû ne

4’ê Hezîranê Roja Navneteweyî ya Zarokên Bêguneh ên Qurbaniyên Şer e lê hê jî mafên zarokan hem ji aliyê civakî hem jî zagonî ve nayên parastin. Li Iraqê bi guherîna zagona der barê mafên zarokan re, zarok bi destdirêjiya sîstematîk û zewacê re rûbirû ne.

HÊVÎ SELAH

Silêmanî – Têkoşîna li dijî destdirêjiyê û parastina zarokan di cîhana îro de weke yek ji stûnên sereke yên parastina mafên mirovan tê hesibandin û bi hewldana domdar û cîhanî bi riya diyarkirina rojên navneteweyî, hewl tê dayîn ku bêdengiya li dijî tacîz û muameleya xirab a li ser zarokan were şikandin. Dema behsa vê pirsê tê kirin, du bûyerên girîng ên cîhanî derdikevin holê. Her yek ji wan aliyekî cuda yê mijarê nîşan dide. Ya din jî bi pêşketinên qanûnî yên li welatên weke Iraqê û projeya guherîna zagona der barê rewşa kesane de xeter zêdetir dibin.

Li dijî destdirêjiyê stratejiya cîhanî

Pergala navneteweyî bi riya du qonaxên sereke ji bo rêxistina hewldanan dixebite. Ya yekem 4’ê Hezîranê weke roja Cîhanî ya Zarokên Bêguneh ên mexdûrên destdirêjiyê hatiye naskirin. Di sala 1982’an de ji aliyê Rêxistinên Neteweyên Yekbûyî ve hatiye hatiye îlankirin. Her çendî di destpêkê de weke bersivek ji bo qurbaniyên şerê Lubnanê di wê salê de hat ragihandin jî çarçoveya wê bi lez li seranserê cîhanê berfireh bû, naveroka vê rasterast bal kişand ser êşa zarokên ji ber destdirêjiya fîzîkî, derûnî û hestiyariyê êşê dikşînin. Bi taybetî balê dikşîne ser zarokên ku li deverên bi pevçûn, şer û qadên ne aram ên siyasî dijîn. Armanca sereke dubarekirina pabendbûna NY ji bo parastina mafên zarokan li gorî Peymana Mafên Zarokan e.

Ya duyemîn 19’ê Mijdarê ye, roja Cîhanî ya Pêşîlêgirtina destdirêjiya li dijî zaroken hatiye diyarkirin. Her çendî 4’ê Hezîranê balê dikşîne ser zarokên di nava nakokî û şeran de, ev roj balê dikşîne ser destdirêjiya malbatê, civakî û navxweyî. Ev yek di sala 2000’an de ji aliyê Rêxistina Lûtkeya Cîhanî ya jinan ve destpê kir û armanc û strajiya wê avakirina hevpeymaniyek di nava rêxistinan de ji bo çareserkirina binpêkirinên rojane li dijî zarokan weke tundiya malbatê, destdirêjiya zayendî û zewaca zarokan û bazirganiya mirov û paşguhkirina tund. Divê em bi hev re bi şêwazek ji bo civakê ber bi çanda xweparastinê ve bibin bi riya perwerde û bihêzkirina çavdêriya civakê û derxistina zagonan û zewaca di temenê biçûk de weke sûc were zanîn bixebitin.

Çar beşên sereke yên cureyên destdirêjiya li ser zarokan

Ji bo têgihîştin û têkoşîna bi bandor, çarçoveyên navneteweyî destdirêjiya zarokan dabeşî çar cureyên sereke kir. Ya yekem: Di destdirêjiya fîzîkî û birîndarbûna bedenî ya bi zanabûn de tê dîtin û ji cezayê fîzîkî yê malê, dibistanê û heta tundiya zêde destpê dike û stratejiya xweparastinê jî bicihkirina zagonên tundiya li dijî malbatê û belavkirina hişyariya perwerdeya erênî ye.

Beşa duyem: Destdirêjiya hestiyarî û derûnî: Ji redkirina demdirêj, tirsandin û dorpêçkirina zarokan bi awayek ku dibe sedema jinavbirina nirxên zarok ku di demek de riya sereke ya pêşîgirtina wê, dabînkirina xizmetên tenduristiya derûnî li dibistanan û pergalên piştgiriya civakî ye.

Beşa sêyem: Di gef û tacîza zayendî de tê dîtin. Ji neçarkirin an jî kişandina zarokan ber bi çalakiyên zayendî di nava wan de tacîza zû ya zarokan di bin siya zagonên lawaz de û tedbîrên bingehîn ên pêşîgirtina wê qanûnîkirina temenê razîbûnê û çarçoveyên qanûnî yên bihêz in ku rê li ber kêmasiyên kevneşopî digirin.

Beşa çarem: Ji piştguhkirin ku tê wateya tunebûna pêdiviyên bingehîn ên zarokan weke xwarin, cil, perwerde, çavdêriya bijîşkî yan hezkirina dayîk û bavan û stratejiyên guncaw ji bo xweparastina ji vê rewşê û ji avakirina torên ewlehiya aborî ji bo malbatên bê hêz û aktîvkirina çavkaniyên raporkirîna civakî ye.

Iraq û guhertina zagona der barê Rewşa Kesane de

Di demeke ku cîhan ber bi tundkirina qanûnên parastina zarokan ve diçe, li Iraqê nîqaşek dijwar û neyînî li ser pêşnûmeya guhertina zagona der barê Rewşa Kesane ya Hejmar 188 a sala 1959’an heye ku ji hêla hinek partiyên siyasî û olî ve tê piştgirîkirin û ji aliyê rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl ve wekî paşveçûnek xeternak tê dîtin, metirsiya sereke ya vê guhertinê li ser pêşeroja zarokan di çend aliyên dijwar de kurt dibe.

Xetereya yekem: Metirsiya rewakirina zewaca zarokan, ji ber ev guherîn destûrê dide zewacên derveyî dadgehê û wan dispêre dadweriya olî. Di vê yekê de rê dide zewaca zarokên keç di temenek gelek biçûk de 9 salî. Ev jî binpêkirina eşkere ya mafên zarokan e.

Xetereya duyemîn: Qanûnîkirina destdirêjiya fîzîkî û hestiyarî ye, ji ber dema zarokek di temenê biçûk de neçarî zewacê û berpirsyariyên malbatî tê kirin, ev dikeve kategoriya destdirêjiya zayendî, fîzîkî û hestiyarî ya sîstematîk ku bi navê qanûnê tê rewakirin. Zarok ji mafê herî sereke bêpar tê hiştin.

Xetereya sêyem: Di lewazkirina çavdêriya dewlet û dadgehan de derdikeve. Ji ber dayîna desthilatdariya peymana zewacê û hevberdanê ji saziyên olî  û mezhebî re, rola dadgehên dewletê kêm dibe û ev jî parastina zagonî ji bo zarok û dayîkan di dema hevberdanê yan jî nakokiyên malbatê lewaz dibe. Bi taybetî di mijara diyarkirina mafê xwedîkirina zarok ku tê nasîn û piştre pêşeroja nifşê nû rastî metirisyên mezin dike.

Iraq weke welatek ku ji encamên salên şerê navxweyî û terorîzmê êşê dikşîne ye loma pêwîstiya zarokan zêdetir bi çavdêriya derûnî, civakî û zagonî heye û guherîna zagona der barê rewşa kesane da ku rê dide zewaca zarokan, paşveçûnek metirsîdar e ji bo nirxên mirovan û peymanên navneteweyî ku Iraqê îmza kiriye.

Ev rojên navneteweyî weke zengilek hişyarkirina cîhanê dixebite û parastina serxwebûna fîzîkî û aramiya derûnî ya zarokan ne bijarteyek bi daxwaz e, erka bingehîn û zagonî ya her neteweyek e. Bi yekê armanc pêşerojek aram û tendurist e ji bo civakê. Erêkirina vê guhertinê rê li ber gelek destdirêjiyên zagonî û civakî li dijî zarokên bi sûc vedike û nifşê pêşerojê yê welat di nava taritiyê de dihêle.