Li Îranê krîza perwerdeyê gelek xwendekar ji xwendinê bêpar in

Cudakarî û newekheviya di pergala perwerdeya Îranê de ne tenê di navbera dibistanên taybet û yên dewletê de ye, her wiha li herêmên cuda jî kûr e. Sedemên wekî aborî, zayend û cihê rûniştinê vê valahiyê hîn mezintir dikin.

Navenda Nûçeyan – Bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re, cudabûna çînan di pergala perwerdeyê ya Îranê de ne tenê cudahiya di navbera dibistanên dewletê û taybet de ye. Faktorên wekî dahata malbatê, cihê rûniştinê, kalîteya dibistanê, gihîştina mamoste û çavkaniyên perwerdeyê û her wiha hêza dabînkirina mesrefên zêde yên perwerdeyê, newekheviyên girîng di derfetên perwerdehiya zarokan de diafirînin. Li aliyekî valahiyên dibistanên ku mesrefên xwendinê digihîjin bi sedan mîlyonan û carnan jî hema bêje digihêjin milyarek tûmenî hene. Li aliyê din jî malbatên ku ji bo dabînkirina alavên bingehîn ên dibistanê, veguhastinê û mesrefên din ên têkildarî dibistanê têdikoşin hene.

Mesrefên xwendinê gelekî zêde bûne

Nûçeyên ji bakurê Tehranê tên, balê dikişînin ser dibistanên navneteweyî ku mesrefên xwendinê yên salane ji 400 milyon tûmenî dest pê dikin û di hin rewşan de digihêjin milyarek tûmenî. Ev sazî ji malbatên ku dikarin mesrefên ewqas zêde bidin re, xizmetên wekî polên biçûk, dersên ziman, tesîsên werzişî û hunerî û karûbarên dersdayînê yên taybet pêşkêş dikin.

Ev hejmar bi temamî berovajî mesrefên xwendinê yên herî kêm ên dibistanên taybet ên standard in. Ji bo sala xwendinê ya 2026-2027’an, mesrefa xwendinê ya herî kêm a ji bo dibistanên taybet hatiye ragihandin; ji bo dibistana seretayî 20 milyon tûmen û ji bo dibistana navîn jî 22 milyon tûmen hatiye diyarkirin.

Li gel vê yekê, heta ev mîqdarên herî kêm jî ji bo malbatên ku dahata wan a rastîn li hember mesrefên jiyanê yên zêde kêm dibe, ne hindik in. Di rastiyê de, mesrefa perwerdeyê ji xwendinê pir wêdetir diçe. Mesrefên wekî cilên dibistanê, çente û pêlav, lênûs, pênûs, veguhastin, xwarin, dersên derveyî dibistanê û mesrefên cûrbicûr ên dibistanê, barê darayî yê li ser malbatan zêde dikin.

Bi nêzbûna sala nû ya xwendinê re, li gorî texmînan, mesrefa pêdiviyên dibistanê ji bo xwendekarekî tenê dikare bigihîje nêzî 15 milyon tûmenî. Li gel mesrefên din ên têkildarî dibistanê, ev hejmar malbatên kêmdahat neçar dike ku hin pêwîstiyên perwerdeyê negirin û ev yek domandina perwerdehiyê ji bo zarokên wan zehmet dike.

Perwerde li ser kaxezê belaş e, lê ne bêmesref e

Li Îranê, perwerdehiya dewletê li gorî qanûnan belaş e; lê belê, ezmûnên malbatan nîşan dide ku pêvajoya perwerdeya zarokekî ji bilî mesrefa xwendina fermî, gelek mesrefên din jî digre nav xwe.

Ji bo malbatekê ku gelek zarokên wan ên diçin dibistanê hene, ev mesrefên ku bi awayekî biçûk xuya dikin, dibin beşekî girîng ê dahata wan a mehane. Di rewşên wiha de, hilbijartina di navbera kirîna cilên dibistanê û pêlavan, dayîna alavan, dayîna mesrefa veguhastinê, an jî dabînkirina hewcedariyên din ên malbatê de, êdî ne tenê meseleyekî tercîha perwerdeyê ye, dibe biryarekî aborî ku ji hêla pêwîstiyên jiyanê ve tê şekilgirtin.

Berovajî vê, malbatên dewlemend dikarin bi dayîna mesrefên zêde, dibistanên ku mezinahiya polên wan biçûktir e, tesîsên çêtir, bernameyên xwendinê yên dewlemendtir û karûbarên pêvek ên berfireh pêşkêş dikin, hilbijêrin. Ji ber vê yekê, pere ne tenê hilbijartina dibistanê diyar dike, di heman demê de dikare kalîteya ezmûna perwerdeyê ya zarokekî, derfetên fêrbûnê û rêça jiyana wan a pêşerojê jî biguherîne.

Pergala perwerdeyê ya bi kalîteya nehevseng

Newekheviya di perwerdeyê de ne tenê bi cudahiya di navbera dibistanên taybet ên ku daxwaza mesrefên zêde dikin û dibistanên giştî yên dewletê de sînorkirî ye. Di navbera dibistanên giştî yên dewletê yên li herêmên cuda yên welat de jî newekheviyên girîng hene.

Xwendekarekî li herêmeke bajarî ya dewlemend dikare biçe dibistaneke ku xwedî derfetên guncaw ên wekî laboratuwar, pirtûkxane, alavên werzîşê û dersên pêvek e û dibe ku têkiliya wî/wê ya bi mamosteyan re jî çêtir be. Berovajî vê, xwendekarekî li herêmeke civakî-aborî ya dezavantajkirî dibe ku bi pirsgirêkên wekî polên qerebalix, kêmbûna mamosteyan, an jî binesaziya dibistanê ya nebaş re rûbirû bimîne.

Raporên têkildarî rewşa xwendinê balê dikişînin ser berdewamiya kêmaniyên derfetên xwendinê li parêzgehên cuda. Li hin herêman, pirsgirêkên wekî bikaranîna dersxaneyên konteynir û hewcedariya nûkirina tesîsên heyî didomin. Di encamê de, cihê jidayîkbûna zarokekî û herêma ku ew li dijî, dikare di kalîteya perwerdeya ku dibîne de bibe faktorekî diyarker.

Valahiya mamostebûnê: Di polê de newekheviyeke din a berbiçav

Perwerdeheke bi kalîte bêyî hejmareke têrker a mamosteyan ne pêkan e. Lê belê, rayedarên perwerdeyê îsal jî ragihandine ku kêmbûna karmendan berdewam dike. Li gorî texmînên fermî, kêmbûna mamosteyan di navbera 100 hezar û 130 hezarî de ye.

Kêmaniya mamosteyan ne tenê îstatîstîkek îdarî ye; di nava encamên vê rewşê de polên qerebalix, zêdebûna hewcedariya mamosteyan bi karê zêde, ji nû ve bicihkirina karmendan û kêmbûna kalîteya perwerdehiyê cih digirin.

Di qadekî wiha de, malbatên dewlemend dikarin bi rêya dersên taybet, qursên teqviyê û xizmetên perwerdeyê yên bi pere, vê valahiyê telafî bikin. Lê kesên ku nikarin van mesrefan bidin, tenê bi çavkaniyên sînorkirî yên ku ji hêla dibistanê ve tên pêşkêşkirin ve girêdayî dimînin.

Ev tê wateya ku her çend du zarok di heman polê de bin û heman pirtûkên dersê bikar bînin jî, ew dikarin bigihîjin derfetên perwerdeyê yên pir cuda.

Xizanî: Dûrxistina zarokekî ji polê

Cudahiya çînan herî zêde dema ku zarokek ji pergala perwerdeyê tê dûrxistin, bi awayekî herî dijwar xwe dide der.

Daneyên salên dawî nîşan didin ku hejmara zarokên ku ji dibistanê bêpar mane dora milyonekî ye. Daneyên derbarê sala xwendinê ya 2023-2024’an de nîşan didin ku nêzî 950 hezar zarok ji dibistanê bêpar mane, lê hejmarên salên berê jî nîşan didin ku ev hejmar 900 hezarî derbas kiriye.

Her çend cudahiyeke îstatîstîkî di navbera ‘ji dibistanê dûrketin’ (qet nehatine qeydkirin) û ‘devjêberdan’ de hebe jî û hejmarên fermî bi demê re diguherin jî, pirsgirêka bingehîn eşkere ye: Bi sed hezaran zarok û ciwan li Îranê li derveyî pergala perwerdeya standard dimînin.

Xizanî yek ji faktorên sereke yên vê rewşê ye. Dema ku dahata malbatekê ji bo dabînkirina pêdiviyên bingehîn têrê nake, mesrefên têkildarî perwerdeyê dikarin bibin faktorekî diyarker ku bibe sedema dûrketina zarok ji dibistanê.

Ji bo hin malbatan, zarok ne tenê xwendekar e, di heman demê de kesek e ku beşdarî hilberîna aborî ya malbatê dibe. Keda zarokan, lênêrîna xwişk û birayên biçûk, alîkariya di atolyeyan an karên çandiniyê de û karên malê dikarin cihê perwerdeya dibistanê bigirin.

Di vê çarçoveyê de, xizanî ne tenê dahata malbatê kêm dike, di heman demê de gihîştina perwerdeyê ji bo nifşên pêşerojê jî sînordar dike.

Zarokên li herêmên xizan: Dezavantajên duqat

Li herêmeke ku ji hêla civakî-aborî ve paşde mayî ye, zarokekî ku di malbatekî kêmdahat de dijî, di heman demê de bi gelek cureyên xizaniyê re rûbirû dimîne: Dahata malbatê ya kêm, dibistanên ku amûrên wan bi têra xwe nînin, gihîştina sînorkirî ya ji mamosteyan re, zehmetiyên veguhastinê û nebûna xizmetên perwerdeya temamker.

Ji ber vê yekê, newekheviya perwerdeyê tenê bi pereyê dibistanan nayê pîvandin.

Li hin deveran, heta gihîştina fîzîkî ya dibistanan bixwe pirsgirêk e. Raporên ku bi salan hatine berhevkirin, li herêmên xizan hebûna polên konteynir, avahiyên kevnar û tesîsên perwerdeyê yên ku bi awayekî nebaş tên parastin nîşan didin. Newekheviyên wiha di qada ku zarok perwerdeya xwe lê digirin de nîşan didin ku ‘wekheviya qeydkirina dibistanê’ her gav nayê wateya ‘wekheviya perwerdeyê’

Zarokên keç û mesrefên veşartî yên cudakariyê

Li Îranê cudakarî di gihîştina perwerdeyê de, ne tenê meseleya çînên civakî an jî cihê erdnîgarî ye. Di hin malbatên kêmdahat de, sînorkirina çavkaniyan dibe sedema pêşînidayîna perwerdeya zarokekî li ser yê din (mînak kur li ser keçan). Ji bilî zehmetiyên aborî, zarokên keç pir caran bi berpirsiyariyên malbatî yên girantir û astengiyên civakî re rûbirû dimînin.

Ev pirsgirêk bi taybetî li herêmên ku gihîştina perwerdeya navîn lê dijwar e, girîng e. Faktorên wekî dûrbûna erdnîgarî, mesrefên veguhastinê û nebûna tesîsên perwerdehiyê yên têrker, domandina perwerdeyê ji bo zarokên keç zehmet dikin. Ji ber vê yekê, hêmanên wekî zayend, çîna aborî û cihê rûniştinê bi hev re bandorê dikin da ku valahiya di perwerdeyê de kûrtir bikin.

Dibistanek ji bo dewlemendan, dibistanek ji bo dezavantajan

Ji bo komekê, dibistan dikare bibe qadeke baş-amûrkirî û pêşbazkarker ku polên biçûk, dersên zimanên biyanî, werziş, huner, xizmetên rêberiyê û bernameyên cûrbicûr ên perwerdehiyê pêşkêş dike.

Ji bo komeke din jî, dibistan dikare bibe cihekî ku zarok neçar in bi polên qerebalix, kêmbûna mamosteyan, çavkaniyên sînorkirî, avahiyên nebaş û barê darayî yê veguhastin û pêdiviyên dibistanê re rûbirû bimînin.

Ev newekhevî ne tenê meseleya ‘rehetiyê’ ye. Perwerdeya bi kalîte bandorê li ser şiyana fêrbûnê, serkeftina akademîk, gihîştina zanîngehê û derfetên kariyerê dike.

Ji ber vê yekê, dema ku kalîteya perwerdeyê bi derfetên aborî yên malbatê ve girêdayî be, newekheviya aborî ya heyî ji bo nifşên pêşerojê jî dewam dike.

Zarokekî ku di malbateke dewlemend de ji dayîk dibe, ne tenê xwedî sermayeyeke madî ya mezintir e, di heman demê de ji sermayeyeke perwerdeyê ya mezintir jî sûd werdigire. Berovajî vê, zarokekî ku ji malbateke xizan tê dewrgirtin, ji ber xizaniyê bêyî ku şansê pêşbaziyê hebe, di pergala perwerdeyê de paşde dimîne.

Berpirsiyariya dewletê ya li hember perwerdeya li ser bingehê çînan

Pirsgirêka bingehîn ne tenê hebûna dibistanên taybet an malbatên ku amade ne ji bo perwerdeya zarokên xwe mesrefên zêde bidin e. Rewş dema ku pergala perwerdeya giştî nikaribe ji bo hemû zarokan standardeke diyar a kalîte û çavkaniyan garantî bike, krîtîk dibe.

Hebûna dibistanên taybet bi tenê ne cudakarî ye; lê belê dema kalîteya perwerdeyê, tesîsên fîzîkî, mezinahiya polan, gihîştina mamosteyan û derfetên fêrbûnê bi giranî bi hêza kirînê ya malbatê ve girêdayî dibin, hingê perwerde ji mafekî giştî derdikeve û vediguhere îmtiyazekê ku bi çîna aborî ve girêdayî ye.

Di rewşeke wiha de, li şûna qebûlkirina vê newekheviyê wekî bûyerekî xwezayî, divê polîtîkayên giştî çavkaniyên pirtir ji bo dibistan û herêmên herî bêpar veqetînin. Divê kalîteya dibistanên giştî bê baştirkirin, kêmbûna mamosteyan bê çareserkirin, mesrefên perwerdeyê yên veşartî bên kêmkirin û pêşî li zehmetiyên aborî yên ku dibin sedema devjêberdana zarokan ji dibistanê, bê girtin.

Perwerde: Neynika dabeşkirinên çîna civakî

Li Îranê, rewşa dibistanan nîşan dide ku di nava civakê de cudahiyeke berfirehtir a aborî û civakî heye. Li aliyekî, malbat hene ku dikarin bi sedan milyon tûmanî ji bo perwerdeya salane ya zarokên xwe xerc bikin. Li aliyê din jî, malbat hene ku ji bo dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên wekî çenteyên dibistanê, pêlav, kelûpelên xwendinê û mesrefa veguhastinê jî têdikoşin.

Di navbera van her du xalan de, bi milyonan xwendekar xwendina xwe ya li dibistanên dewletê didomînin. Kalîteya van dibistanan li gorî cih, tesîs, karmend û asta aborî ya nifûsa herêmî diguhere.

Ji ber vê yekê, dabeşkirina çînan di perwerdeyê de, ne li deriyê dibistanê, lê belê li malê dest pê dike; li gorî dahata malbatê û cihê rûniştinê şekil digire û paşê di polê de kûrtir dibe. Ger perwerde ji bo hemû zarokan mafekî wekhev be, divê tu zarok tenê ji ber xizaniya malbata xwe, cihê jidayîkbûna xwe, an jî nekarîna dê û bavên xwe ya ji bo dabînkirina perwerdehiyê, bi derfetên sînorkirî re rûbirû nemîne.

Pirsgirêka perwerdeyê li Îranê ne tenê pirsgirêka kêmbûna dibistanan an jî zêdebûna mesrefên xwendinê ye. Pirsgirêka rast ew e ku di nava yek pergala perwerdeyê de, zarok bi çavkanî û derfetên pir newekhev dikevin pêşerojê. Her ku ev valahî berfireh dibe, perwerde li şûna ku bibe amûrek ji bo kêmkirina newekheviyê, dibe metirsiya ku bibe yek ji mekanîzmayên bingehîn ên ku vê newekheviyê didomînin.