34 sal berê Abdullah Ocalan dît: Min ew kêlî jibîr nekir

Zîlfe Hesen a 62 salî ku Abdullah Ocalan 2 rojan li mala wê dimîne, dibêje ku ew bi bîrdozî û rêgezên ji Abdullah Ocalan girtiye dijî. Zîlfe Hesen dibêje “34 sal derbas bûn min ew kêlî jibîr nekir.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2’ê Tîrmeha 1979’an de derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe û gava xwe ya yekemîn davêje Kobanê. Gelê Kobanê malovanî ji Abdullah Ocalan re dike, bi dehan malbat hebûna wî ya li Kobanê vedişêrin û di malên xwe de pêşwazî dikin. Bi vê dîrokê re gelê Kobanê bajarê xwe weke mala Abdullah Ocalan bi nav dike, gundê Elpelûrê jî weke gundê wî digrin dest, bûn parçeyek ji têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê.

Zîlfe Hesen a 62 salî, beriya 34 salan Abdullah Ocalan di mala xwe de dîtiye. Zîlfe Hesen behsa bîranînên xwe û bandorbûna ji tevgera azadiya Kurdistanê kir.

‘Tevgera Apoyî mirov ji dil û ruh dikşîne nava xwe’

Zîlfe Hesen serpêhatiya naskirina xwe ya tevgera azadiya Kurdistanê wiha bilêv kir: “Hevjînê min tevgera azadiya Kurdistanê li bajarê Şamê nas kir û bi wan re alîkar dibû, hinek caran ji me re belge û dîmen dianîn da ku em jî nas bikin. Me wiha tevger nas kir û em ji wê demê ve hatine girêdan. Min ji gelek taybetmendiyên partiyê hez kir. Li aliyê din ev tevger xwedî nêrîn û nêzikatiyên cuda bû li hemberî jinan, di her perspektîf û nirxandineke Rêber Apo de behsa azadî û bindestiya jinan jî dihat kirin. Her wiha li gorî tevgerên gelê Kurd ên di dîrokê de hatine damezirandin, temenê wê dirêj bû. Rêxistinên berê herî zêde salek dirêj dikir û piştre tune dibû. Lê tevgera azadiya Kurdistanê xwedî temen û xebateke cuda bû. Roj bi roj tevlibûna vê tevgerê mezintir dibû. Ez dikarim bibêjim wê demê ji şîrî heta pîrî tevlibûna xebatên ji bo Rêber Apo çêdibû.”

Tevî 4 zarokan xwe bênavber karên cebhewî dike

Zîlfe Hesen piştî Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike, dest bi xebatên cebhewî dike. Zîlfe wiha behsa karê xwe kir: “Min 36 sal berê karê cebhewî dikir. Me civînên gel birêxistin dikir û serdana wan jî dikir, her wiha dîmen û dahurandinên Rêber Apo belav dikir. Rejîma Baasê jî em xistibûn bin çavdêriyê û zextên mezin li ser me hebûn lewre dema civîn di mala min çêdibûn me pêlav vedişartin. 2 odeyên me hebûn, her yek jî li aliyekî bû. Min yek kiribû ya malbatê ku dayika hevjînê min û 4 zarokan em lê diman, ya din jî min bi taybetî kiribû ya xebatên me yên rêxistinî ku heta amûrên mûzikê yên komê cejna Newrozê jî têdebûn. Otobusa hevjînê min hebû wî jî li ser riyên Kobanê, Reqa û Şam kar dikir. Ji ber vê hemû pêdiviyên di navbera bajar de bi cih dianî, komên Newrozê, dîmen û rapor bi xwe re dibirin û dianî. Me karê xwe bi eşqek û dilsoziyeke mezin dikir, ji bo me gelek bi wate bû, em heta vê rojê jî xebatên xwe berdewam dikim.”

‘Min ji dil meraq dikir wî bibînin’

Zîlfe Hesen 34 sal berê Abdullah Ocalan di mala xwe de dîtiye. Bi heyaceneke mezin wiha behsa bîranînên xwe kir: “Me her dem meraq dikir ku em Rêber Apo bibînin lê çênedibû. Wêne, dîmen û dahurandinên wî ji me re dihatin, me hîn nedîtibû, me jê hez kir û em pê ve hatin girêdan. Me digot Serok çav, rih û dilê me ye, em amade ne her tiştî ji bo wî bikin. Di Tebaxa 1979’an de, seat 12’ê şevê deriyê min lêda dema min vekir me dît hinek hevalên me ne, 3 xort û jinek bûn. Min hin kes ji wan nas nekir lê dîsa jî hatin mala min. Herduyên ku ez nas nakim li cem min man û yên din jî li gel cîrana min raketin. Ez rabûm ji bo mêvanên xwe çay çêkim, hevjînê min jî li pey min hat û ji min re got ku mêvanê li cem me Rêber Apo ye. Ez çûm odeyê û min li wêneyê wî ya li cem me mêze kir û li wî mêze kir, derket ku rastî jî Rêber Apo ye û li mala min e. Wê şevê me gelek suhbet kir, pirsa xebatên me û çawaniya wê kir. Spasiya me kir ku em karê xwe bi rengekî serkeftî dikin. Heta tê bîra min, me ji bo wî livîn amade kir lê ew li ser erdê raket û mînder bi kar neanî.”

‘34 sal derbas bûn min ew kêlî jibîr nekir’

Zîlfe Hesen parvekirina bîranînên xwe wiha dewam kir: “Roja din hevjînê min çû karê xwe, ez, Rêber Apo û hevala jin ya pê re em li mal man. Min ji wan re taştê û firavîn çêkir û em rûniştin. Pişt re ew hevala jin ku navê wê Xecê bû derket karê wê hebû, min jî çay çêkir û ez li gel Rêber Apo rûniştim. Bû êvar û hevjînê min jî vegeriya mal, agahî hat ku divê Rêber Apo biçe cihekî din. Em derketin derve me dît ku li derdora mala me hemû girtiye, ji bo kes derketina Rêber Apo ji cem nebîne û neyê girtin. Me wiha jî xatir ji hev xwest ku ev 34 sal bûn e jî me heta niha kêliyek ji wê dîdarê jibîr nekiriye. Di wan 2 rojên ku Rêber Apo li cem mayî de, herî zêde pirs dikir. Gotinek ji me kir ku ez ji wê demê wê axaftinê di xebatên xwe de bingeh digirim, ji me re got çi bibe jî divê ku hûn bê deng nemînin. Ji bo doz, azadî û welatê xwe bê deng nemînin û her tim di nava tevgerê de bin.”

‘Bi hêviya carek din dîtina Rêber Apo dijîm’

Zîlfe Hesen di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bîrdoziya ku em ji Rêber Apo fêr bûn û me nas kir, min di perwerdekirin û mezinkirina zarokên xwe de bingeh girt. Ji ber vê malbata min xwedî taybetmendî û rêgezên Apoyî ye. Min pişt re gelek caran hewl da ez Rêber Apo li kampa Lubnanê jî bibînim lê ji ber zarokên min ên cêwî hebûn min nikaribû. Dema hevjînê min xatir ji min dixwest da ku biçe serok bibîne, ez digiriyam û gelek aciz jî dibûm. Dîsa jî min xebatên cebhewî li Kobanê û gundewarên wê kir. Heta niha jî pêdivî li kîjan saziyê hebe, ez diçim û bi serfiraziyeke mezin jî pêk tînim. Ez bi perpespektîf û hêviyên careke din pêşwazîkirina Rêber Apo di mala xwe de dijîm. Ez di vê baweriyê de me ku em ê Rêberê xwe fîzîkî ji girtîgehê rizgar bikin û careke din di nava xwe de bibînin.”