32 sazî û rêxistinên zimanê Kurdî destek dan daxwaza perwerdeya Kurdî
32 sazî û rêxistinên zimanê Kurdî yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxuyaniyek destek dan daxwaza perwerdeya Kurdî ya gelê Rojavayê Kurdistanê.
Navenda Nûçeyan – Piştgiriya ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê ya ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî zêde dibe. 32 sazî û rêxistinên ziman û wêjeya Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê bi daxuyaniyek piştgirî dan daxwaza gelê Rojavayê Kurdistanê ya ji bo zimanê Kurdî.
Daxuyaniya 32 sazî û dezgehên zimanê Kurdî bi sernavê “Perwerdeya bi Zimanê Dayîkê Bingeha Wekhevî û Aştiyê ye û ji bo Gelê Kurd Xeta Sor e” hat dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat ziman: “Wekî ku tê zanîn, li Rojavayê Kurdistanê ev zêdetirî 14 salan e perwerdeya bi zimanê dayîkê tê dayîn. Zimanê Kurdî ji dibistanên seretayî heta astên zanîngehê di hemû qadên perwerdeyê de bi awayekî çalak dihat bikaranîn. Lê piştî guhertinên dawî yên li Sûriyeyê û hatina hikumeta demkî, mijara statuya zimanê Kurdî bi astengiyên mezin re rûbirû ma.
Di van rojên dawî de, ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve der barê statuya zimanê Kurdî de daxuyaniyek hat belavkirin. Di vê daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Kurdî wekî ‘zimanê duyem’ tê qebûlkirin û di hefteyê de tenê 3 saet dersên bijarte ji bo wê tên pêşniyarkirin. Ev nêzîkatî ji daxwazên rewa yên gelê Kurd û ji rastiya civakî û siyasî ya herêmê bi temamî dûr e û nayê qebûlkirin.”
‘Tirsa ji perwerdeya bi zimanê Kurdî ye’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî hevdîtin û îsrara nûnerên gelê Kurd jî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê siyaseta nedîtin û tunehesibandina perwerdeya bi zimanê dayîkê berdewam dike û wiha pê de çû: “Ev helwesta redker bingehên hevjiyana aştiyane û mayînde ji holê radike. Ji bo civak li ser heman xakê bi aştî û wekhevî bijîn, qebûlkirineke rasteqîn û rêzgirtina li nasnameyên gelan şert e. Tirsa ji perwerdeya bi zimanê Kurdî, tirsa ji hebûn û nasnameya Kurdan e û daxwaza asîmîlasyona demdirêj dihewîne. Em vê helwestê ji binî ve red dikin. Siyaseta ne rast a welatên cîran divê ji bo civaka Sûriyeyê mînak neyê girtin, berovajiyê vê divê bi siyaset û helwesteke rast û rengparêz, gavên li gorî mercên perwerdeyê yên Rêveberiya Xweser a Rojava bên esasgirtin.
‘Zimanê me stûna sereke ya çand dîrok nasname û xwebûna netewî ye’
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat bilêv kirin: “Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye; ew stûna sereke ya çand, dîrok, nasname û xwebûna neteweyek e. Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî bingehîn ê mirovan e û di hemû peymanên navneteweyî de hatiye pejirandin. Sînorakirina vê ezmûna dîrokî û serkeftî ya 14 salan bi çend saetên dersên bijarte, neheqî û paşveçûneke mezin e.
Di qada navnetewî de mafên zimanî yên kolektîf bingeha aştiya civakî ne. Li Swîsreyê çar zimanên fermî (Elmanî, Fransî, Îtalyanî û Romanî) xwedî statuyeke yasayî û wekhev in. Li Kanadayê (Québec) ji bo parastina zimanê fransî, perwerdeya giştî di hemû astan de bi vî zimanî tê meşandin. Li Belçîka û Spanyayê (Katalonya) perwerdeya fermî û rêveberiya herêmî bi zimanê dayîkê yê civakê tê birêvebirin. Ev mînak jî diyar dikin ku mafên zimanî yên kolektîf yekîtiya welatan xira nakin, berovajî vê yekê aramiya siyasî û rêzgirtina dualî xurttir dikin.
Ji bo parastina destkeftiyan û geşkirina zimanê Kurdî helwesta me diyar e
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat tekez kirin: “Dê gelê Kurd bi awayekî hevgirtî û demokratîk li ser parastina destkeftiyên van 14 salan bisekine. Perwerdeya bi zimanê dayîkê di hemû astan de (ji pêşdibistanê heta zanîngehê) divê di destûra nû de wekî mafekî fermî û qanûnî cih bigre. Saziyên akademîk, rewşenbîr û hemû beşên civakê divê li qada navneteweyî dengê vê daxwaza rewa bilind bikin.
Rêzgirtina li vê daxwazê, bingeha hemwelatîbûna wekhev e. Em ê wekî gelê Kurd tevî dostên xwe û raya giştî ya demokratîk li dijî vê neheqiyê xwedî li wekhevî û aştiyê derkevin, em ê piştgiriya têkoşîna gelê xwe yê Rojava ya ji bo perwerdeya bi Kurdî bikin.
Lewre perwerdeya bi zimanê dayîkê şertê wekhevî û hevnaskirinê ye. Bingeha aştiya civakî û civaka demokratîk e. Perwerdeya bi zimanê Kurdî xeta me ya sor e. Em ê li her derê mafê xwe yê perwerdeyê biparêzin. Tu hêz dê nikaribe gelê Kurd ji mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî bêpar bihêle.
Perwerdeya bi Kurdî daxwaza sereke û mafê rewa yê gelê Kurd e! Bijî perwerdeya bi zimanê dayîkê! Bijî wekhevî û aştiya civaka demokratîk! Bijî zimanê Kurdî!”