Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribê: Divê hilbijartin bi awayekî adil bê meşandin
Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribê rexne li pratîkên têkildarî birêvebirina namzedên ji bo hilbijartinên meclîsê kir û li ser bandora pere, wekheviya derfetan, temsîliyeta jinan û yekparçeyiya beşdariya siyasî hişyarî kir.
Mexrib – Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribê li hemberî pratîkên ku mafên jinan ji bo beşdariya siyasî ya azad, serbixwe û wekhev têk bibin, beriya hilbijartinên yasadanînê yên ku di 23'ê Îlonê de hatine plankirin, hişyarî da. Komeleyê girêdana piştgiriya partiyan bi pere, bandor, an dilsoziya kesane weke cureyek tundiya siyasî û cudakariya li dijî jinan nirxand.
Komeleyê diyar kir ku amadekariyên ji bo hilbijartinan şahidiya nîşane û pratîkan dikin û dikarin destkeftiyên ji hêla tevgerên jinan û demokratîk ve di warên wekhevî û beşdariya siyasî ya jinan de hatine bidestxistin, bixin xeterê.
Banga avakirina berpirsiyariyên yasayî û îdarî
Komeleyê diyar kir ku dane û daxuyaniyên têkildarî rêveberiya namzedan ji bo hilbijartinên yasadanînê, ‘hişyarî, hesabpirsîn û verastkirinê’ hewce dike. Her wiha xwest mekanîzmayên berpirsiyariyên yasayî û îdarî werin avakirin.
Rexneyên li ser birêvebirina partiyên siyasî
Beşek girîng ji rexneyên komeleyê li ser awayê birêvebirina partiyên siyasî ya pêvajoya hilbijartin û piştgiriya namzedan disekine. Komele bawer dike ku li şûna jêhatîbûn, duristî û dîroka siyasî û çalakvaniyê, çavkaniyên darayî, bandor, an dilsoziya kesane weke pîvanên cidî yên pejirandinê, ji rola demokratîk a partiyên siyasî dûrketinê temsîl dikin.
Tundiya siyasî û cudakariya li dijî jinan
Komeleyê diyar kir ku bandora van pêkanînan li ser jinan girantir e û da zanîn ku jixwe di nava nehevsengiyên dîrokî û pergalî yên di belavkirina çavkaniyan, hêz û bandorê de dikevin pêşbirka siyasî.
Komeleyê bang li partiyên siyasî kir ku ji bo hilbijartina namzedan pîvanên zelal, giştî û hesabgir, li ser bingeha jêhatîbûn, duristî, tomarên siyasî û çalakvaniyê û girêdana bi pirsgirêkên civakê re, bi cih bînin. Her wiha banga misogerkirina wekheviyeke rastîn di gihîştina çavkaniyên partî, darayî, rêxistinî û medyayê de kir, da ku newekheviyên aborî nebin asteng li pêşiya beşdariya siyasî ya jinan. Komeleyê tekez kir ku pêwîst e ji rêveberî û jêhatîbûniyên jinan re piştgirî were dayîn û di pozîsyonên biryardayînê de di nava partiyan de werin hêzdarkirin.
Demokrasî tenê bi hejmara jinan a di parlamento de nayê pîvandin
Komeleyê tekez kir ku demokrasî ne tenê bi hejmara jinên ku digihîjin parlamento, encumenên herêmî û saziyên hilbijartî tê pîvandin û wiha hat gotin: “Di heman demê de bi şert û mercên ku ew digihîjin van pozîsyonan û bi serxwebûn û şiyana wan a pêkanîna rolên xwe yên siyasî bê wesayet tê pîvandin.”
Komeleyê tekez kir ku veguherandina beşdariya siyasî ya jinan ji bo qadeke danûstandinên darayî yan danûstandina berjewendiyan ne tenê zirarê dide jinan, di heman demê de yekparçeyiya pêvajoya demokratîk jî têk dibe. Her wiha diyar kir ku ev yek baweriya bi sazî û partiyan qels dike û gefê li valakirina prensîba wekheviyê ji naveroka wê ya destûrî û veguherîner dixwe.